'Hewldana sûîqestê ya li dijî lîderê berê yê FARC'ê hate pûçkirin'

Rayedarên Kolombiyayê ragihandin ku hewldaneke sûîqestê ya li dijî lîderê berê yê FARC'ê Rodrîgo Londono hate pûçkirin.

Serokkomarê Kolombiyayê Îvan Dûqûe li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku polîs û dozgeriyê li bajarê Valle del Caûcayê di 'operasyona hevpar' de pêşî li hewldaneke sûîqestê ya li dijî lîderê FARC'ê girtin.

FARC piştî betalkirina tevgera gerîla bi heman navî veguherî partiya siyasî. Hate ragihandin ku plana sûîqestê ya li dijî Serokê FARC'ê Rodrîgo Londono ji aliyê yekî mikurhatî ve ji rayedaran re hate ragihandin.

Şefê polîsan Oscar Atehortûa ji rojnamevanan re ku piştî îxbarê wan ewlekariya Londono yê 60 salî zêde kirine ku bi navê Tîmoşenko tê naskirin. Bi zêdekirina tedbîran re roja Şemiyê wan benda kontrolê li ser rê danîn û du kesên bi motorsîkletê tespît kirin. Hate îdîakirin ku piştî polîsan gumanbarên bi çekê tespît kirin şer derket û her du kes hatin kuştin. Polîsan diyar kirin ku gumanbar li devereke bi kîlometreyekê dûrî mala lîderê FARC'ê tespît kirin. Hate gotin, yek ji gumanbaran gerîlayek bû ku 17 salan li nava refên FARC'ê şer kiribû.

Şefê polîsan ragihand, kesên hewl dan êrişê bikin endamên koma mûxalîf in ku ji FARC'ê qut bûn û ji aliyê hernan Darîo Saldarrîaga ve tê birêvebirin. Tê gotin ku Saldarrîaga yê bi nasnav El Paîsa yek ji şefên tevgera çekdarî ya nû ye ku di Tebaxa 2019'an de ava bû. Serkêşê koma nû jî muzakerevanê aştiyê yê berê Îvan Marqûez e.

Gerîlayên ku mohra xwe danîn binê peymana aştiyê gelek caran ji rayedaran xwestibûn ku ji bo şervanên wan hîn bêhtir tedbîrên ewlekariyê bên wergirtin. Piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an bi dehan gerîla hatin qetilkirin. Rayedar îdîa dikin ku gerîla ji aliyê komên bazirganên narkotîkê, mûxalîfên FARC'ê yan jî Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ve hatin kuştin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di sala 2019'an de 77 şervanên berê yên FARC'ê hatin qetilkirn.

Piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an FARC'ê xwe fesih kiribû û veguherîbû partiyeke siyasî. Piraniya 13 hezar endamên wê jî çekên xwe radest kiribûn.

Bi hinceta ku dewletê sozên xwe bi cih neaniye yan jî redkirina peymana aştiyê 2 hezar û 300 şervanan rahiştine çekê û xwe bi komên cuda bi rêxistin kirine.