Hevserokên Partiya Çep piştgirî dan HDP’ê

Heyeta HDP’ê ya ku li Berlînê hevdîtinên xwe didomîne, bi hevserokên Partiya Çep Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger re civiyan. Hevserokan diyar kirin ku ew ê piştgiriyeke zêdetir bidin têkoşîna HDP’ê.

Hevdîtinên HDP’ê yên li Berlîna Elmanyayê didome. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlementerên HDP’ê Mîthat Sancar û Feleknas Ûca, hevberdevkên nûneriya HDP’ê yên Elmanyayê Leyla Îmret û Sînan Onal di heyetê de cih digirin.

Heyet îro bi Koma Dostaniya di navbera parlementoya Tirkiye-Elmanyayê re civiya. Ev kom ji ber rexneyên wê yên li ser AKP’ê ji demeke dirêj e ku ji aliyê Tirkiyeyê xebatên wê dihatin astengkirin.

PARTIYA ÇEP DI ASTEKE BILIND DE HEYET PÊŞWAZÎ KIR

Heyeta HDP’ê îro jî çû serdana Hevserokên Partiya Çep Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger. Rîexîneger di heman demê de ‘parlementerê bira’ yê Selahattîn Demîrtaş e.

Di hevdîtinê de hevserokên Partiya Çep diyar kirin ku ew ê piştgiriyeke zêde bidin têkoşîna HDP’ê ya li Tirkiyeyê. Hevserokên Partiya Çep ji ber girtina parlementerên HDP’ê, rojnameger, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan fikarên xwe derbirîn û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.

Piştî hevdîtinê Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên bi heyeta HDP’ê re par ve kir û got, “Tirkiye êdî bûye welatekî wisa ku, ji dewleta hiqûqê zêdetir, rejîma Îslamîst li ser kar e. Heke Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karê Derve Heîko Mass di hevdîtina Erdogan ya li Berlînê vî tiştî nebêjin, ew ê jî bibin şirîkê sûcê rakirina mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê.”

Tê payîn ku heyeta HDP’ê sibê bi nûnerên serokkomar, serokwezîr, wezareta karê derve û serokên meclîsan re bicive.