'Hêvî kêliyek beriya mirinê nêrîna hevrê ye'

Mehên dawî yên sala 2005'an li herêma Ş. Bêrîtan gerîla Agir Bîngol ji bo pirsa "Hêvî çi ye?" bersiveke wiha da: Hêvî kêliyek beriya mirinê nêrîna hevrê ye.

Hevrêyekî wî bi van gotinan dest bi vegotina gerîla Agir dike: "Agir yek ji zarokên herî bedew, herî cenager û herî leheng ê vî gelî bû. Ji ber ku mîna yên beriya xwe ji bo emanetên wan bigihîne xwediyên xwe mîna wan jiya, mîna wan şer kir, mîna wan meşiya, mîna wan bû xwedî hesret, mîna wan zanîbû ku divê li ku be. Rastiya civakê qebûl nekir û li dijî sîstemê tevlî eniya destpêkê bû. Dile xwe gihand çiyayên mezin. Vê xakê û van çiyayan gelek leheng dîtin. Gelo çend leheng hembêz kir di nava şerê dijwar de."

Aydin Demîr bi nasnav Agir sala 1980'î li Çewlikê ji dayik bû. Heta emrekî li Çewlikê ma û piştre mîna gelek malbatên Kurd tevî malbata xwe ji ber zexta dewletê koçî Stenbolê kir.

Girêdana wî ya bi rastiyê, bi Kurdîtî û nasnameya xwe kir ku di demeke kurt de bibe serokê baskê ciwanan ê navçeyê û tevlî gelek wezîfeyan bû.

Çiya... Ji bo Kurdan timî bûye qada jiyanê. Bûne keleyên azadî û jiyanê. Di tevahiya dîrokê de şahidî ji berxwedan û lehengiya Kurdan re kiriye. Çiya strana Kurdan distirê. Bi Agir re jî her tim bû hêzeke efsûnî. Lewma karê ku dikir têra xwe nedît û biryar da ku agirê raperînê bigihîne çiyê.

Sala 2004'an meha Nîsanê li herêma Kelareşê tevlî refên gerîla bû. Navê Agir li xwe kir, biraziyên wî jî yên tevlî bûn navê Ciwan, Erdal û Yilmaz li xwe kirin.

Hevrêyê Agir qala wî kir: "Piştî ku demekê perwerdeya şervanên nû wergirt tevî biraziyên xwe di demeke kurt de tevlî jiyana gerîla bû. Piştî demekê bi tevlîbûna xwe ya aktîf bal kişand ser xwe. Piştî perwerdeyê armanca xwe mezin kir. Tişta ku difikirî ew bû ku li çiyayên efsanewî yên Bakurê Kurdistanê bibin gerîla. Çiyayên Dersimê, çiyayên Çewlikê, çiyayên Erzîromê...

Hevalê Agir berê xwe da Erzîromê, hevalê Ciwan jî berê xwe da Dersimê. Hevalê Agir di nava çend salên gerîlatiya xwe de bi dilnizmiya xwe timî nêzî hevrêyên xwe bû, bi zîrekiya xwe timî bal kişand.

Çiyayên Çewlikê ji berê ve hembêza xwe li sedan, li hezaran gerîlayê vekir. Gerîlayên ku derbên giran li dijmin xistin, sê rojan bi rengekî bêhempa li ber xwe dan. Heybeta berxwedanê bêhn li hêzên li dijî xwe çikandibû. Di nava şerê giran de Agir bûbû agir, fîşekên ku ji çekê derdiketin ew kiribû agir.

Teknîk, fîşekan nekarîbû bi agir. Sekn li wî nebû, ketibû pey xewn û xeyalên bêsînor. Ti dijminî nekarîbû sînor deyne ber şewqa agir. Dijminê ku nekarî bi wan li dijî çar hevrêyan çeka kîmyewî bi kar anî û dawî li jiyana wan anî.

Mehên dawî yên sala 2005'an li herêma Ş. Bêrîtan di anketekê de gerîla Agir Bîngol ji bo pirsa 'Hêvî çi ye?' bersiveke wiha da: Hêvî kêliyek beriya mirinê nêrîna hevrê ye.

Ev yek çîroka lehengiyê ya zarokên gol, gelî, deşt û çiyayan e. Çîrokeke şerê lehengiyê ye. Rastî bi xwe ye."