Hevdîtina Bahçelî-Çakici: Gelo plana komkujiyê tê kirin?

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi lîderê mafyayê Alaattîn Çakici re civiya.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Nexweşxaneya Bilind a Îhtisas ya Kirikkaleyê bi lîderê mafyayê yê girtî Alaatîn Çakici re civiya.

Bahçelî beriya niha ji bo Çakici û kesên heman sûc kirine daxwaza efûyê kiribû. Çakici jî ji vê hêz girt û ji girtîgehê gefa mirinê li Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî xwaribû.

BAHÇELÎ JÎ GEF XWARIBÛ

Tê diyarkirin ku Bahçelî li ser navê hikûmetê bi Çakici re civiyaye. Her ku dema hilbijartinan nêz dibe AKP-MHP tirsa windakirinê ketiye nava wan û tê zanîn ku dikarin hemû senaryoyan çêbikin. Li aliyê din Bahçelî di dema axaftina xwe ya daxwaza efûyê de ji bo girtiyan gotibû “(....) Hefteyek mabe ku ji hilbijartinan re bi fermanekê ku serhildan dest pê bikin gelo wê çi bibe?” gef xwaribû.