Heskîf di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye

Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye.

Li gel nerazîbûna gelê herêmê, partiyên siyasî û aktîvîstên hawirdorê jî Heskîf a dîrokî li ber talankirinê ye. Li Heskîfê herî dawî gor hatin rakirin. Piştî ku av li Bendava Ilisûyê kom bû wê bajarê kevnare bi temamî di nava avê de bimîne.

Medya Norwêc û Danîmarkayê pêvajoya binavkirina Heskîfê bi sernavên "Têkoşîna zehmet", "Ji bo dîtina bajarê antîk şensê dawî" û "Tirkiye bajarê Kurdan di nava avê de dihêle" gihand raya giştî.

Yek ji rojnameyên rojane yên Norwêcê 'ABC Nyheter' der barê girîngiya Heskîfê ji bo mîrateya çanda dinyayê gotarek weşand.

Rojnamevan Sverre Bjorstad Graff diyar kir, Heskîf yek ji kevntirîn warê bicihbûnê yên dinyayê ye û li qiraxa Çemê Dîcleyê ku dergûşa şaristaniyê ye beriya 12 hezar salî hatiye avakirin.

'HESKÎF WÊ BI TEMAMÎ BÊ TALANKIRIN'

Hate ragihandin, ku li vî bajarê antîk ê malovanî ji Bîzans, Ereb, Osmanî û gelek şaristanî û çandên cuda re kir, xwedî gelek şikeft, dêr, minare û gorên dîrokî ne.

Hate destnîşan kirin, Heskîfa ku heta niha karîbû xwe biparêze, piştî ku av li Bendava Ilisûyê kom bû wê bi temamî talan bibe.

Di gotarê de gotarên li The Guardian, Deutsche Welle, National Geographic hatin weşandin weke çavkanî hatin nîşandan û dewleta Tirk hate rexnekirin ku vî bajarê dîrokî tine dike.

Di gotarê de têkoşîna gelê herêmê, aktîvîstên hawirdorê û HDP'ê ya ji bo rizgarkirina Heskîfê hate bibîrxistin.

Di gotarê de bi çavkaniya The Guardian hate ragihandin ku dewleta Tirk heta 8'ê Cotmehê dem ji gelê herêmê re nas kiriye ku herêmê biterikînin û wê ji wê demê û pê ve nehêlin ku kes serdana bajarê antîk bike.

NRK: TÊKOŞÎNA ZEHMET A JI BO RIZGARKIRINA HESKÎFÊ

Radyo û televîzyona Norwêcê NRK'ê jî tinekirina Heskîfê bi sernavê "Têkoşîna zehmet" weşand.

Rojnamevan Gunnar Bratthammer çavdêriyên xwe yên li Heskîfê ragihand.

Di Nûçeya NRK'ê de hate ragihandin ku deverên arkeolojîk ên di nava avê de bimînin tenê 5 arkeologan kolandine.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku bendava tê çêkirin tenê 2 ji sedî yê pêwîstiya enerjiya Tirkiyeyê wê tedarik bike, salê 412 milyon dolar wê hatine jê çêbibe û hate gotin, "Bi giştî wê 85 gund di nava avê de bên hiştin û derdora 55 hezar mirov neçar bimînin ji malên xwe koç bikin. Her wiha wê 114 tehd di nava avê de bimînin. Rêxistinên hawirdorê diyar dikin ku bendava Ilisûyê wê zerarê li 100 hezar kesî bike."

NRK'ê bi bîr xist ku Heskîf wê di 8'ê Cotmehê de bi temamî di nava ava bendava Ilisûyê de bimîne.

ARMANCÊN ENQEREYÊ YÊN LI PIŞT BENDAVÊ

Saziya medyayê ya Danîmarkayê Globalnyt û Information jî talankirina Heskîfê kir rojev.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 190 gundên li derdora çemê Dîcleyê wê di nava avê de bên hiştin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Enqere bi vê yekê re hem wê zextê li Kurdan bike ku herêmê biterikînin, hem jî wê ava ber bi Iraqê ve diçe kêm bike.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku Koordînasyona Parastina Heskîfê bi piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl ji bo rizgarkirina Heskîfê têkoşîna xwe xurt kiriye.