Herikîna Avaşînê: Dilpak Faraşîn

Dilpak êdî hem gerîlayeke Zagrosê ya bi ezmûn, hem jî doktoreke şer e ya ku di kêliyên herî xeter de jiyana hevrêyên xwe rizgar dike.

Hevrêya wê ya tekoşînê Eylem Ronî serpêhatiya jiyana Dilpak Faraşîn (Dîlan Aslan) wiha li ser pelên dîrokê nivîsandiye:

'HER KU MEZIN DIBE, DIBE EVÎNDARA ÇIYAYAN'

"Dilpak Faraşîn ango Dîlan Aslan di sala 1992’an de li Elkê hatiye dinyayê. Zarok bi axa xwe ve, bi ziman û çanda xwe ve girêdayî tên dinyayê li Elkê. Bi hezkirina welat a dayikên xwe ve xwedî dibin bi mehan. Dema ku xwînxwaran kursiya xwe dikişandin kêleka maseya bêbextiyê, wana jî ji bo bêhna welatê xwe ji kûrtir bigrin, porên diya xwe dikişandin di nav destên xwe yên biçûk de. Wer masûm û paqij e ku her dil nikare zelaliya wê berde. Her ku xeyalên hevrê Dilpak mezin dibû, mîna xezîneyeke veşartî diparast dilê xwe. Her mezin dibe, dibe evîndarê çiyayan. Di temenekî ciwan de tevgera azadiyê nas dike. Dibistana navîn xilas kiribû. Di 20 saliya xwe de ew çiyayên ku qet nedîtiyê ji bo wê mîna wek hesreteke dûr bû. Dema ku behsa çiya dikir wekî ku bi peyvan wêneyek xêz dikir û derdorên xwe matmayî dihişt. Êdî dixwest xwe bigihîne ew evîna mezin a di ruhê xwedawenda de ye. Êdî hestên dilê xwe bêdeng nedikir û qîr dikir. Ji bo gelê xwe dixwest kedê bide, tiştekî bike. Bi vê hêvî û sondê di sala 2012’an de tevlî refên azadiyê dibe û tê çiya.

Dema ku ber bi çiyayan ve bi rê ket, rawestgeha wê ya yekemîn bû qada Metîna. Li vir perwerdehiya ji bo şervanên nû dibine û demeke li pratîkê de dimîne. Piştî vê jî ji bo xebatên tenduristî tê peşniyar kirin û piştî perwerdeya tenduristî rêheval Dilpak wek doktora şer derbasî eyalete Avaşînê dibe. Heval Dilpak dema ku hat çiya pir ji dil silav dabû Avaşîn. Di zelaliya Avaşînê de careke din xwe didît. Êdî tişte ku li ser avê diteyisî, wêneye şerkirina mezin bû. Dixwest ruhê xwedavendbûyînê di şopa Zilan de, di bedewbûna wê de hilbigire. Her têkoşîna wê dida. Dilpak êdî hem gerîlayeke Zagrosê ya bi ezmûn, hem jî doktoreke şer e ya ku di kêliyên herî xeter de jiyana hevrêyên xwe rizgar dike.

Avaşîn û Basya dibin yek û rengekî bêterîf derdikeve hole. Dilpak jî ji bo rêhevalên xwe xweşikbûneke bêterîf e. Rengeke çirûskdar û zindî ya jiyanê ye. Dilpak carinan Dîcleyeke aram, carna Mûnzûreke dexezar, carinan jî Avaşîn e ya ku bi hêşîn diherike.”

'XWIŞKA MIN, HEVRÊYA MIN Û FERÎŞTEHA MIN'

Birayê Dilpak Faraşîn Memet Dilpak piştî tevlîbûna xwişka xwe ew jî tevlî nav refên azadiyê dibe. Dilpak û Memet demek dirêj li qadên azad bi hev re têdikoşin. Memet ji bona zarokatiya xwe û Dilpak wiha hevokan di nivisên xwe de tîne gel hev:

"Ka tu bêje dilê min, hesretê an bêrîkirin ewqasî min diçewisîne. Di vê kela germahiya havînê de dilê min mîna çiyayekî cemedê ye. Tu dilê min, di her ketinê de destê min digirt,di her henaseyê de girêke li hundirê min. Stêrka min a ku her li esmanan dibiriqe û tu qerînên bêrîkirinên min, tê bîra te?

Zarokatiya me ya di nav deryayê kulîlkan a li Feraşînê, min qet ji bîr nekir. Rûye te yê dêmsor û zozanên Feraşînê ku tu li ser pêxwas baz dida. Germahiya sotîner a zozanan giya birin, mih çêrandin mîna lîstokê bi hemsalên xwe re bû. Her bihostê rûyê me zuha bibû û mîna erdên bejî terikî, ruxme hemû zehmetiyan, me dîsa jî hez dikir ji konên keda dayikan. Hemû westandina me bi kena dayika me yê ku li ber konê benda me disekîne ve diqediya. Xîret û wêrekiya te, qet ji bîr nakim. Tu ji bo min ji zaroktiya min heya niha xwişka min, rêhevala min û ferişteha min bûyî.

Mirov dikare hemû kêliyên xwe, bêrîkirinên xwe, xeyalên xwe yên tijî hêvî, hesreta xwe ya Serokatî û azadîyê di nav temenekî 24 salan de bi cih bike? Belê, me bi cih kir. Ji ber ku em li axa Kurdistanê ji dayik bûn ku tê de bişaftin û înkar qet xilas nabe. Û em hêj zarok bûn konên me, mihên me, zozanên me hatin şewitandin. Lê tiştê hat şewitandin heqiqet bû, Kurdîniya me bû. Ber bi ew bajarên ku me qet nedîtiye û ber bi çandên cuda ve em bi rê ketin. Hinek ji me koçber bûn û çûn Rojava, hinek jî herêmên cuda ya Kurdistanê de bi cîh bûn. Rêya tolhildana ew zilm û înkar li çiyayan bûyîna gerîlayê Kurdistanê bû. Ji ber ku pergal ti şenseke cuda yê jiyanê ji me re nehiştibû. An me yê hebûna xwe înkar bikira û wiha jiyankiriba an jî me qet jiyan nekiriba.

Ev rêya heqîqete ber bi Serokatî ve diçû. Ew rê ber bi tolhildana zarokatiya me yê ku me bi Dilpak re nedikarin jiyan bikin re diçû. Ev rê xwedî derketina li keda dayikan bû. Ev rê bersîva pirsa ‘ez kî me?’ digeriya. Ew rê ber bi çiyayên Kurdistanê ve diçû. Û Dilpak êdî rêwiya vê rêke bû. Êdî dor hatibû min. Ne tenê bira an jî hevalê zarokatî ya Dilpak, êdi min dixwest di rêya azadî de jê re bibim hevrê û ez derketim rê. Em êdî rêwiyên maratona azadiyê bûn ku dawiya wê qet naye."

Gerîla Memet piştî ku Dilpak di oxira tekoşîna azadiya gelan de, Hazirana 2017’an di şerê beramberî dagirkerî yê de bi qehremanî dibe bê rêwiya bêdawî, wîha hestên xwe di helbestekê de vedibêje:

Jiyîn bû, her tiştê bedew dîtin
Mîna çûkeke li ezmanan firîn
Bûyîna xezalek û derketina kendalên bêserûbin
Bi evîndariya çiya xwe pê azadiyê girtin
Bûyina agirê Newrozê ku rengê herî bedew a bihar e
Mîna dilopeke av ketina li ser axê zuha
Mîna bayê serê sibê li ser zeviyê genim xwe ba dike
Ji geliyên kûr dadikeve û ber bi behran diherike
Di rêya bêdawî de li benda rojê ye
Bi çavên tijî hêvî, benda siberojên azad e
Çawa ku Firat li Dîcle dimeyizîne
Ew jî li Sûrên Amedê lê temaşe dike
Belkî jî mina Ararat xwe bi renge spî bialîne
Lê, ê herî bedew jî mina welatê min Kurdistan bêhempa be
Û ji bo jiyanê di oxira wê de can bide û bibe bêdawî.