Her roja me bi şiyara Ocalan dest pê dike

Mehmûd, ku li mala Ocalan destpêkê li Rojava bûbû mêvanê wê ji dayik bû, niha şervanekî YPG'ê ye û li eniya Dêra Zor e. Mehmûd dibêje, "Her roja me bi şiyara 'Ya em ê bi ser bikevin, ya jî em ê bi ser bikevin' dest pê dike."

Mehmûd, sala 1983'an li wê mala ku Ocalan dema derbasî Rojavayê Kurdistanê bû cara pêşî bû mêvanê wê, ji dayik bû. Bi bandora bavê xwe yê ku Ocalan nas kir û PKK'yiyên mala wan ziyaret kir, Mehmûd bû xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê. Sala 2011'an ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin. Piştî ku ji zindanê derket tevlî nava refên YPG'ê bû. Niha jî cihê xwe di pêngava Bagera Cizîrê de digire.

Mehmûd ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe ya şoreşgerî kir.

GELEKÎ BANDOR LI BAVÊ WÎ KIR

Şervanê YPG'ê Mehmûd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qet nedîtiye. Ocalan, sala 1979'an dema ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê dibe, tevî Şehîd Sabrî yê ji Kobanê diçe mala wan û mala Ehmedê Pirê. Mehmûd dibêje, "Gelek wêneyên wî li gel bavê min hebûn. Digot ku ew Rêbertî ye. Bavê min bi wî re rûniştibû û axivîbû. Ji me re qalê dikir bê Rêbertî çawa hat mala me û çawa çû sînorê Lubnanê. Gelekî bandor li bavê min kiribû."

ZÛ DIBE XWEDÎ HIŞMENDIYA WELATPARÊZIYÊ

Mehmûd tevî xwişk û birayên xwe, hê di emrê zarokatiyê de ji bavê xwe û PKK'yiyên tên mala wan Rêberê Gelê Kurd nas dikin. Ev rewş dibe sedem ku hê di emrê zarokatiyê de bibin xwedî hişmendiya welatparêziyê. û xwişka wî sala 1998'an tevlî nava refên PKK'ê dibe. Mehmûd destnîşan dike ku ev yek hê bêhtir bandorê li wî dike.

SÊ BIRA BI HEV RE TEVLÎ NAVA REFÊN ŞOREŞÊ DIBIN

Dema ku Şoreşa Rojava dest pê dike, Mehmûd tevî 2 birayên xwe tevlî şoreşê dibin. Piştî ku tê girtin, 4 salan nikare bixebite, lê dema derdikeve yekser tevlî nava refên YPG'ê dibe. Mehmûd qala vê demê dike: "Sala 2011'an weke welatparêzekî min cebilxane dibir Heleb û Şêx Meqsûdê. Wê wextê Sûriye tevlîhev dibû û cebilxane û çekên gelê me yê li wir tine bû. Piştre ez ji aliyê rejîmê ve hatim girtin. 4 sal û 6 mehan li zindanên rejîmê hatim girtin. Êşkenceyeke gelekî giran li min kirin, ku niha her du lingên min seqet in. Hezîrana 2015'an ji zindanê derketim. Piştre tevlî nava refên YPG'ê bûm û min perwerde dît. Niha jî di nava hevalan de me û gelekî kêfxweş in."

EM HÊZA XWE JI RÊBERTÎ DIGIRIN

Mehmûd ku niha cihê xwe di nava pêngava Bagera Cizîrê de digire, destnîşan dike ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de ew hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin: "Eger Rêbertî nebûya, ev hêza me jî nedibû. Em hêza xwe ji Rêbertî digirin. Em bi şiyara 'Ya em ê bi ser bikevin, ya jî em ê bi ser bikevin' a Rêbertî, dest bi her rojê dikin."

KES NIKARE LI BER ME BISEKINE

Mehmûd dibêje ku dewleta Tirk dijminatiyê li YPG û Şoreşa Rojava dike û wiha dewam dike: "Bi destûra Xwedê, kes nikare li ber têkoşîna me bisekine. Ji ber ku em ji bo rûmet û welatê xwe têdikoşin. Têkoşîna me ya mafdar her mezin dibe. Erdogan neheq e û di dawiya dawî de wê têk biçe."