Heqî Armanc: Gerîla li dora her girî ye

Ji fermandarên HPG'ê Heqî Armanc got, artêşa Tirk li her girê Heftanînê yên ku leşkerê xwe daniye ser, derbên mezin xwariye û destnîşan kir, her girê ku dagir kiriye ji aliyê gerîla ve hatiye dorpêçkirin.

Ji Fermandarên HPG'ê Heqî Armanc tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê, armanca van êrişan û berxwedana gerîla axivî.

'POLÎTÎKAYA DEWLETA TIRK LI SER ESASÊ STRATEJIYA QIRKIRINA KURDAN E'

Heqî Armanc diyar kir ku polîtîkaya êrişkariyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser esasê stratejiya qirkirina gelê Kurd, bêdengkirina siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê tê meşandin û destnîşan kir ku ev stratejî li ser tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê hatiye avakirin.

Heqî Armanc ragihand ku armanca bingehîn a vê stratejiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, lewma di asta êşkenceyê de tecrîd hatiye şidandin.

Heqî armanca anî ziman ku armanca duyemîn jî tasfiyekirina tevgera PKK'ê bi taybetî gerîlayên azadiya Kurdistanê ye, ji ber ku astengiya herî mezin a li pêşiya armancên xwe yên dagirkeriyê wan dibîne.

Fermandar Heqî Armanc destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker çiqasî êriş dike jî tengav dibe û got, "Her ku tengav dibe êrişên xwe yên hovane zêde dike. Me ev yek tim di dîrokê de dîtine. Her faşîzm, her dîktatorek dema ku bi vî rengî tengav dibe, êrişên bêexlaq, bêpîvan dimeşîne. Mirov ê yekê niha di şexsê dewleta Tirk de dibîne. Li dijî vê êrişkariyê jî têkoşîneke fedaiyane heye."

'HÊZÊN GERÎLA LI HER DEVERA HEFTANÎNÊ NE, DERBÊN GIRAN LI DIJMIN DIXIN'

Heqî Armanc bal kişand ser êrişa dagirkeriyê ya li ser Heftanînê û li ser rewşa dawî ev agahî da: "Di operasyonê de heta niha hinek gir girtin. Girê ku hatine girtin girê ku hinekî serê wan rût e û gerîla lê nebûn. Gerîla li wê herêmê hene, heval li derdorê hene lê li ser gir bi xwe nînin. Destpêkê bi saetan balafirên şer, keşfê, obus hawan û kobrayan bombardûman kir, piştre leşker danîn ser van giran. Hemû cihên ku leşker lê hatin danîn, hevalan li wan deveran dan. Dibe ku heval ne li ser gir bûn, lê heval li derdorê bûn. Dema ku leşker hatin danîn li hemû cihan hevalan lê dan. Skorskyê wan derb xwarin, kobrayên wan derb xwarin, kuştiyên wan zêde çêbûn. Devereke ku hatin û derb lê nexwarin nîne."

Fermandar Heqî Armanc destnîşan kir ku gerîla ji ti devera Heftanînê venekişiya ye û got, "Rast e wan jor girtiye, lê belê em li kêleka wan in. Gerîlayên Heftanînê bi lehengî li ber xwe didin û gavek paş de neavêtiye. Her wiha lê dide, paş de tê, lê di kêlekê de diçe. Ji xwe her roj li hemû giran çalakî dibe. Bi rêbazê taktîkê dewlemend tim hevalên Heftanînê di nava çalakiyê de ne. Ji xwe tenê yek tişt di destê wan de maye. Teknîk maye. Bi teknîka ku ji her derê peyda kirine li ser gerîlayên Heftanînê bi kar tînin. Bombardûmaneke zêde heye. Dixwaze bi wê bi pêş ve biçe. Lê belê çiqasî lê daye, ya jî xwestiye leşkeran deyne yan jî xwestiye bimeşe, hevalan li wir bersiv daye, li wan daye. Ji ber vê yekê li her devera ku dijmin hêzên xwe danîne, di dorpêça hevalan de ne. Ev hîn dewam dike. Bila gelê me zanibe, em ê dest ji Heftanînê bernedin. Em paş ve naçin. Em ê biçin ku? Ax, xaka me ye. Çawa ku me dest ji Dersimê bernedaye, dest ji Amedê bernedaye, me dest ji Garzan û Botanê bernedaye, em ê dest ji Heftanînê jî bernedin, em li wir in. Em ê ti carî dest ji Heftanînê bernedin. Ew dixwazin bi teknîkê, bi propaganda û şerê taybet bandorê li ser civakê bike, serê gel tevlîhev bike. Lewma rewşeke wisa nîne, şehadetên me yên ku hatine diyarkirin e, windahiyên dijmin pir zêde heye. Wan vedişêre. Bi sedan windahî û birîndarên wan çêbûne, lê eşkere nakin."

Heqî Armanc diyar kir ku berxwedana niha li Heftanînê tê meşandin di asteke bilind de ye û her çalakiyên ku tên kirin hêjayî pîrozkirinê ne.

'ARMANC JI ÊRIŞAN DAGIRKIRINA TEVAHIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE'

Ji fermandarên HPG'ê Heqî Armanc bi taybetî bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker û got, armanc ji êrişan dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

Heqî Armanc ragihand ku li dijî vê yekê pêwîstî bi helwesteke welatparêzî, Kurdewarî heye û got, "Ne tenê gelê Başûrê Kurdistanê divê pêşmerge jî xwedî helwest bin. Gelê Başûrê Kurdistanê bi salan berdêlên giran da, qehrementiya mezin kir li dijî dijminê dagirker. Dewleta Tirk niha Heftanîn kiriye hedef, wê hewl bide hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Ji xwe beriya hefteyekê Devlet Bahçelî serokê MHP'ê got, 'Me agahî girtiye ku gerîla, PKK daketiye Silêmaniyeyê û Kerkûkê. Ji bo vê ji bo me meşrû ye ku em êrişên xwe bikin'. Ev peyameke. Bi hinceta ku sibe dikare bêje gerîla daket Hewlêrê, daket Zaxo. Di armanca wan de tenê Heftanîn nîne, tenê cihê gerîla nîne. Tevahiya herêma Başûrê Kurdistanê ye û sibe hîç bila şaş nebin, xwe neberda Zaxo negirt û nehat heta Duhokê, Hewlêr jî. Ev armanca wan e. Destpêkê dixwazin astengiya li pêşiya xwe rake. Ew astengî jî gerîlayên azadiya Kurdistanê ye. Eger van astekê paş xist wê demê tevahiya Başûrê Kurdistanê hedef e."

BANGA LI GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û PÊŞMERGEYAN

Heqî Armanc diyar kir ku divê her kes xwedî wijdan bin û got, "Eger îro keç û xortên gerîlayên azadiya Kurdistanê li Heftanînê li dijî teknîka hovane roj bi roj, sîng bi sîng şer dikin, li ber xwe didin divê wijdanê wan ne rehet be. Bikaribin werin li kêleka hevalan şer bikin, nikaribin bila li paş alîkarî bidin hevalan. Wê nikaribin li gundê xwe, li bajarokê xwe helwesta xwe nîşan bidin, şermezar bikin. Niha tenê lê temaşe dikin. Ji Zaxo heta Duhokê tenê li êrişên li ser Heftanînê temaşe dikin. Gelo wijdan çiqasî rehet e? Divê kes guh nede partiyên siyasî."

'ÊRIŞ LI SER HEBÛN, NETEWE Û WELATÊ ME YE'

Bi dewamî Heqî Armanc got, "Êriş li ser hebûna me ye, li ser neteweya me ye, li ser welatê me ye. Ne li ser tiştekî cuda ye. Ji ber vê yekê ti partî û sazî nikarin li pêşiya nerazîbûna gel bibin asteng. Lewma divê her kes xwedî helwesteke bi rûmet be û li dijî vê dagirkeriyê tiştekî bike. Çekê wan nîne bila xwe bigihîne hevalan ku çek bigirin. Eger em bi vî ruhê yekîtiya neteweyî li ber xwe bidin em ê vê faşîzma dagirker, qirker ku dixwaze welatê me, gelê me tune bike, em ê karibin bi ser bikevin. Banga me li tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî jî li gelê Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyên bi rûmet, xwedî îdîa ye ku welatê xwe diparêzin, şervanê welatê xwe ne, rabin. Dagirkeriya dewleta Tirk gav bi gav tê qereqola çêdike. Ne weke operasyonên berê ne. Di salên 1990'î de operasyon çêdibûn. Operasyon çawa bûn? Dihatin mehekê, çend rojan disekinînin û diçûn. Niha ne wisa ye. Li her girekî ku girtin qereqola xwe li ser çêdikin. Cihê ku dagirkeriya dewleta Tirk qereqol lê çêkir dest ji wir bernade, dibe xaka wan. Bi vî rengî xwe tê de bi cih dike. Hemû girên ku digire li ser vê bingehê li ser dixebite. Eger gerîlayên azadiya Kurdistanê nebûya niha tevahiya Heftanînê hatibû dagirkirin, gihîştibû heta Zaxoyê. Ev du sal in, nefes bi nefes, bi lehengiyeke mezin gerîlayên Heftanînê li ber xwe dide. Ew ruhê fedayiyane bi pêşengiya şehîdên qehreman de nehişt ku gavekê jî bi pêş de bên. Her ku gavekê diavêje teqez li wir çend kuştiyan dide.

'BI SEKNEKE WELATPARÊZÎ FAŞÎZM DIKARE BÊ TÊKBIRIN'

Eger gelê me yê Başûr bi ruhekî welatparêzî li nirxên xwe xwedî derkeve, divê li kêleka gerîlayên azadiya Kurdistanê cih bigire û li dijî vê faşîzmê têbikoşe. Eger bi vî rengî be em ê li qada navneteweyî jî cihekî me wê hebe, em ê bên hezkirin, bên qebûlkirin."