Helîkopter li ser esmanên Mexmûrê digerin

Ji serê sibê ve li ser esmanên Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya girêdayî navçeya Mexmûr ya Musilê tevgerekî zêde ya helîkopteran heye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, ji serê sibê ve tevgerekî zêde ya helîkopteran heye. Ji saetên sibê ve li ser esmanên wargeha Mexmûrê helîkopter digerin. Li aliyê din di nava vê hefteyê tevgerekî zêde ya helîkopteran heye.

Nayê zanîn bê ka helîkopter girêdayî artêşa Iraqê yan jî Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî bûyera 17’ê Tirmeha 2019’an a li bajarê Hewlêrê ku endamê MÎT’ê Osman Kose di erişekê çekdarî de hatibû kuştin, PDK’ê ambargoyek daniye ser wargehê û wargeh dorpêç kiriye.

Ev 63 roj in ambargo û dorpêça PDK’ê li ser wargehê heye, li aliyê din çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî dorpêç û ambargoyê dabû destpêkirin di roja 18’an de didome.