Hejmara miriyan li Ewropa gihişte 175 hezar û li DYE’yê jî bû 100 hezar

Ji ber pandemiyê li tevahî cîhanê 358 hezar kes mirin. Li Ewropayê hejmara miriyan gihişte 175 hezar û li DYE’yê jî gihişte 100 hezar kesî.

Li gorî daneyên malpera Worldometers.înfoyê 5 milyon û 830 hezar kes bi şewba Koronayê ketine.

Li tevahî cîhanê jî 358 hezar kes ji ber şewbê mirine. 175 hezar kes li Ewropa mirine. Cihên herî zêde kes lê dimirin bi rêzê ve Qiralyeta Yekbûy,Îtalya, Fransa û Spanya ye.

Li gelemperiya Ewropayê 2 milyon û 84 hezar kes bi şewbê ketine. Li gorî vê daneyê Ewropa qiteya herî zêde ji Covîd-19 bandor bûyî ye.

Li Qiralyeta Yekbûyî 37 hezar û 460, li Îtalya 33 hezar û 72 kes, li Fransa 28 hezar û 596 kes, li Spanyayê jî 27 hezar û 118 kes mirine.

Li DYE’yê 1 milyon û 746 kes bi şewbê ketine, 102 hezarî zêdetir kes jî mirine. Piştî DYE Brezîlya tê, li Brezîlya 414 hezar kes û li Rûsyayê jî 379 hezar kes bi şewbê ketine.

Brezîlya welatê herî zêde li Emerîkaya Latîn ji şewbê bandor bûyî ye.