Hejmara miriyan li Endoneziya gihişte 319’an

Li girava Lambok a Endonezyayê Duşemê erdhej çêbûbû, ji ber erdhejê kesên ku mirin bûne 164.

Erdheja bi pileya 6,9 li gireva Lambok a dikeve başûrê welat pêk hatiye.

Li gorî bîlançoya Wezareta Tenduristiyê dayî, 319 kesan jiyana xwe ji dest dane, 156 hezar kes jî ji cih û mala xwe birine. Di bîlançoya beriya vê de hatibû gotin ku 164 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Tê fikarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dabin zêdetir bibin.

Di erdhejê de bi deh hezaran mal ziyan dîtin hilweşiyan. Piştî erdheja roja Yekşemê û şûnde welatiyê bi tirs û fikar derketin derve, di bin germahiya zêde de yan li rexê rê yan jî di bin konên li nava zeviyên birinç bicih bûne.

Li gorî Enstîtûya Jeofîzîkî ya Amerîka pileya erdheja ku roja Pêncşemê rûdayî 5,9 pêk hatiye. Ajansa Sîsmolojî ya Endonezyayê jî pileya wê weke 6,2 diyar kir.