Hefteya herî bi mirin a 19 salan a Efganistanê: 291 kes mirin

Ji bo hêzên ewlekariyê ya Efganistanê hefteya mirina herî zêde ya 19 salên herî dawî pêk hat. Li gorî hikûmetê di nava hefteyekê de 291 kes mirin. Talîban jî vê bîlançoyê red dikin.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Navendî ya dezgeha hikûmetê Cavîd Faysal li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Hefteya borî bû hefteya herî bi mirin a 19 salên dawî. Talîbanan li 31 parêzgehan 422 êrîş pêk anî û di van êrîşan de jî 291 endamên ewlekariyê mirin, 550 jî birîndar bûn.

Faysal domdarî got: “Gotinên Talîbanan ên kêmkirina şidetê naveroka wan valan e, çalakiyên wan bi gotinên wan ên şatiyê ji hev nagirin.”

Talîbanan nerazîbûn nîşanî hejmara ku hikûmetê parvekiriye da. Berdevkê TalîbanZabîhûllah Mucahîd ê ji AFP’ê re axivî got: “Dijmin bi raporên wiha sexte parve dikin zererê didin pêvajoya aştiyê û muzakereyên di navbera Talîbanan de.”

Mucahîd anî ziman ku hikûmetê berê niha jî windahiyên hê girantir dabûn û got: “Lê îro bi zanabûn ji bo xapandina raya giştî û ji bo pêvajoyê direng bixe kuştina 10-50’yan weke 500 dide nîşandan.”

Tevî vê jî diyar dikin ku nêzî muzakereyê bûne. Serokkomar Eşref Ganî ragihand ku di çarçoveya peymana Talîbanan a li gel DYE’yê wê 5 hezar girtiyên Talîban berdin. Divê Talîban jî nêzî hezar leşker û polîsan berde.

Rayedarên Efganî nêzî 3 hezar endamên Talîbanan berda, tê payîn ku 2 hezar kes din jî berdin. Peymana di navbera Talîban û DYD’yê de hate kirin dawiya meha Sibatê de li Daho hate îmzekirin, lê rêveberiya Kabîlê ev yek erê nekiribû. Talîbanan diyar kir ku 2 hezar endamên din berdin amade ne ku muzakereyên aştiyê bidomînin.