Hefteya Çandê ya Kurdistanê li Brukselê dest pê kir

Pêncemîn Hefteya Çandê ya Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir.

Hefteya çandê ku êvara Pêncşemê bi resepsiyonekê dest pê kir ji aliyê rêxistinên civakî-çandî ve tê organîzekirin.

Resepsiyon li navenda çandê ya Ten Noeyê ya Şaredariya Saînt-Josseyê pêk hat. Ji partiya NVA ku şirîkê hikumeta koalîsyonê ya Belçîkayê ye parlamenter Cîeltje van Achter jî tevlî resepsiyonê bû.

JÎN IM, HEBÛN IM, TEVGER IM...

Li ser deriyê cihê resepsiyonê gotina "Jîn im, hebûn im, tevger im" a helbestvanê Kurd bi Kurdî, Fransî û Flamanî hate nivîsandin.

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş di destpêka resepsiyonê de peyivî û işaret bi girîngiya çand û hunerê ji bo gelan kir.

Aktaş bi bîr xist ku Kurd yek ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e û got, "Çanda xwe di nava demeke dûr û dirêj de afirandin û timî bûn hedefa zext û înkarê."

Aktaş got, "Berpirsyariya me ku li her derê vê çand û hebûnê biparêzin."

PARLAMENTERA BRUKSELÊ: PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Parlamentera Brukselê Cîeltje van Achter jî da xuyakirin ku pêwîstiya wan bi çalakiyên bi vî rengî heye û got, "Ji bo me Flamanan jî çanda me gelekî girîng e."

Achter destnîşan kir ku di encama têkoşîneke dijwar de ew bi ser ketine û got, "Gelekî girîng e ku mirov li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne."

Parlamentera Brukselê bal kişand ser zextên hikumetên Tirk, Îran û Ereb ên li ser çand, ziman û hebûna Kurdan û ji bo pirsgirêka Kurd got, "Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku demokrasî pêk neyê û gelên cuda li Tirkiyeyê nebin xwedî mafên xwe yên bingehîn, cihê Tirkiyeyê li nava Yekîtiya Ewropayê nîne."

Achter bi dewamî got, "Em bê şert û merc destekê didin Kurdan ku ji bo jiyaneke bi rûmet û mafên xwe yên li welatê xwe têdikoşin."

BERNAMEYA ÇANDÎ YA SÊ ROJAN

Piştî resepsiyonê hunermend Eleanore Foûrnîaû û komeke Kurd derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Foûrnîaû wê di nava sê rojên hefteya çandê de jî derkeve ser dikê.

Çalakiyên Hefteya Çandê wê li Place du Musee (Meydana Muzeyê) pêk werin. Enstîtuya Kurd a Brukselê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd a Belçîkayê pêşengiyê ji Hefteya Çandê re dikin.

Hefteya Çandê ya Brukselê ev pênc sal in tê lidarxistin. Di destpêka çalakiyan de wê îsal jî merasîmeke dawetê ya bi rengê Kurdî pêk were. 21'ê Îlonê wê li navenda bajêr bûk û zava li ser hestê bigerin.

Di nava sê rojan de wê dengbêj klamên xwe bêjin û hunermend Eleanore Foûrnîaû, ji gelê Berberî hunermend Fatoûm, hunermend Çetîn Oraner, Tom Nîsse û hunermend Suleyman Çarnewa wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Kargeha Rojê ji bo hefteya îsal bernameyeke berfireh ji bo zarokan amade kiriye. Merasîma bi kincên gelêrî yên Kurdî, konferans, nîşandana fîlman, dansên gelên cuda û dîwana dengbêjan jî di nava bernameya Hefteya Çandê de hene.