Hefter banga ji bo agirbestê pejirand

Mareşal Xelîfe Hefter ku li rojhilatê Lîbyayê serdest e, bangên bi wesîleya meha Remezanê ji bo rawestandina operasyonên leşkerî qebûl kir.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya ser bi Hefter Ahmed El Mismarî li Bîngaziyê daxuyaniyek da û got, "Fermandariya Giştî ji aliyê xwe ve radigihîne ku operasyonên leşkerî radiwestîne."

Mismarî diyar kir, li ser banga "welatên dost" wan agirbest qebûl kirine û hişyarî da ku eger aliyê dijber agirbestê binpê bike, wê bi rengekî lez û tund bersivê bidin.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û gelek welatên din beriya hefteyekê bi wesîleya meha Remezanê ji bo agirbestê bang kiribûn.

Hêzên Hefter zêdeyî saleke ji bo kontrolkirina Trablûsê operasyonê dimeşînin.

Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya navenda xwe li Trablûsê ye û rejîma Tirk li pişt e, hîn bersiv nedaye îlana agirbestê.

Hêzên Trablûsê beriya du hefteyan du bajarên stratejîk bi dest xistibûn û dor li Tarhûnayê girtibûn ku yek ji eniyên girîng ên Hefter e.

Rejîma Tirk pandemiya Covîd-19 ji xwe re kir firsend û piştgiriya ji bo hikumeta Trablûsê ya Biratiya Misilman zêde kir. Hefteyên dawî operasyonên bi wesayitên zirxî, droneyên Tirk û çeteyên ji Sûriyeyê hatine birin zêde bûn.

Hefter beriya biryara agirbestê roja Duşemê ragihandibû ku bi erka ji gel wergirtî ew bûye serekê Lîbyayê.