HDP xwe ji gelek aliyan ve ji bo hilbijartinê amade dike

HDP ku ji her alî ve xwe ji bo hilbijartina herêmî amade dike, wê 20'ê Cotmehê li Amedê komxebatekê pêk bîne û bi vî rengî dest bi karê hilbijartinê bike. Di komxebatê de wê modela nû ya şaredariyê û polîtîkayên pratîkî bên tespîtkirin.

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Yûrdûsev Ozsokmenler got, "Karên girîng hatin kirin, lê kêmasî û şaşitî jî hene. Em ê dersan ji van derxînin. Em ê modela xwe nû bikin. Bi modeleke hîn baştir em ê derkevin pêşberî gelê xwe."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê roja 20'ê Cotmehê li Amedê "Komxebata Rêveberiyên Herêmî" li dar bixe. Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevberdevkên HDK'ê, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA'yê û pêkhateyên HDP'ê wê tevlî komxebatê bibin. Mİjara bingehîn a civînê wê "Tecrûbeya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk" be. Alîkara Hevserokan a ji Karê Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Yûrdûsev Ozsokmenler beriya pêkhatina vê komxebatê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîneke agahdarkirinê ji çapemeniyê re li dar xist. Ozsokmenler diyar kir ku ew ji gelek aliyan ve xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dikin.

KÊMASÎ WÊ WERIN NIRXANDIN

Ozsokmenler ragihand, di komxebatê de wê kêmasiyên xwe yên heta niha hatine kirin tespît bikin û ji bo çareserkirina wan rê û rêbazan diyar bikin. Ozsokmenler got, "Tê zanîn ku krîzeke aboriyê heye. Ev krîz bandorê li gelê xizan dike. Ji bo gelê xizan û bêkaran, şaredarî dikare çi bike?... 20'ê Cotmehê roja Şemiyê, nûnerên meclîsên me yên jin û ciwanan, meclîsa partiyê, koma me ya parlamenteran û pêkhateyên me, wê xizmetên me heta niha kirine û kêmasiyên derketine holê binirxînin."

MODEL Û POLÎTÎKAYÊN PRATÎKÎ

Ozsokmenler bi bîr xist ku ji sala 1999'an û vir ve tecrûbeyeke wan a rêveberiyên herêmî heye û wiha pê daket: "Di nava vê tecrûbeyê de gelek karên girîng ji aliyê xizmetên şaredariyê ve hatin kirin, lê kêmasiyên cidî jî derketin holê. Hin şaşitî hatin kirin. Pêwîste em van hemûyan bi rengekî objektîf tespît bikin. Em ê bi hemû pêkhateyên xwe ji şaşitiyên xwe dersê derxînin û polîtîkayên pratîkî û modeleke şaredarvaniyê ya ku li serdema heyî tê tespît bikin. Em ê guh bidin pêşniyarên hevalan. Ne tenê DBP, pêkhateyên me yên din jî xwedî tecrûbeyên girîng e. Mînak, tecrûbeya Fatsa û Samandag hene. Em ê dersan ji van jî derxînin. Em ê modela xwe nû bikin. Kêmasiyên xwe çareser bikin. Û bi modeleke hîn baştir derkevin pêşberî gelê xwe."

KARÊ LI QADA HERÊMÎ HATIN KIRIN

Ozsokmenler diyar kir, ji bilî vê komxebatê wan gelek civînên herêmî li dar xistine ji bo demokrasiya herêmî, siyaseta herêmî û yekîtiya hêzê ya herêmî. Ozsokmenler bi dewamî got, "Em van civînên ku me pêşengî jê re kir, li 20 bajaran dubare dikin. Di vir de jî em bi hemû hêzên civakî re nîqaş dikin; divê modela rêveberiyên herêmî û demokrasiya herêmî çi be, pêwîste em siyaseta herêmî çawa bikin, ji bo avakirina demokrasiya yekser divê em yekîtiya hêzê li qada herêmê biafirînin. Her wiha li hemû herêmên Tirkiyeyê em guh didin nêrîn û pêşniyarên rêxistinên civakî û sendîkayan. Di vê mijarê de em hin lêkolînan jî dikin. Yek ji van jî komxebata me ya roja Şemiyê ya li Amedê ye."