HDP: Tu têkiliya me bi hevşaredar Yildiz Acar re nema

HDP’ê diyar kir ku tu têkiliya wan bi Hevşaredara Bazîdê Yildiz Acar re nemaye.

Hevberdevkên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Hedîye Karaaslan û Salîm Kaplan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Tu têkiliya me bi hevşaredara Bazîdê re nemaye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Gelê me yê Bazîdê gilî dikir ku hevşaredar Yildiz Acar li gorî ferasata me ya demokratîk tevnagere, li dijî rêgez û esasên me polîtîka, pratîk û helwesta xwe didomîne. Me jî biryar da ku rexne û giliyên gelê me rast in. 

Hevşaredar Acar ji îro şûnde tu têkiliya wê ya siyasî û rêxistinî bi Desteya Rêveber a Demokratîk tune, ji bo were îxrackirin sewqî dîsîplînê hatiye kirin.”