HDP ji Civata Giştî ya Meclîsê derket!

Wekîlên HDP'yî, biryara 'derxistina ji rûniştina meclîsê' ya li dijî Baydemîr bi hinceta gotina 'Kurdistanê' hate dayin, şermezar kirin. Wekîlên HDP'yî biryar dan ku tevlî karê îro yê Civata Giştî ya Meclîsê nebin.

Di dema nirxandina budçeyê de Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr axivî û ji ber ku got 'Kurdistan' Serokwekîla Meclîsê ya AKP'yî cezayê 'derxistina demkî ji rûniştinên meclîsê' da Baydemîr. Hemû wekîlên HDP'yî jî ev ceza şermezar kirin û ji saliya Civata Giştî ya Meclîsê derketin.

HDP'yî bi hev şêwirîn û biryar dan ku tevlî rûniştina îro ya Civata Giştî nebin.