Haydar Cansiz wefat kir 

Birayê Sakînce Cansiz Haydar Cansiz li paytexta Elmanya Berlînê wefat kir.

Birayê yek ji pêşengên kadroyên PKK’ê Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, Haydar Cansiz li paytexta Elmanya Berlînê wefat kir.

 Cansiz ev nêzî 3 sal bûn bi pençeşêrê re têdikoşiya û şevê din seat 03:00’an de wefat kir.

NAV-DEM, Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Înîsyatîfa Azadiya Dersimê, nûnerên saziyên Êzidî û mizgeftên CÎK’ê sersaxî xwest.

ÎRO Û SIBÊ WÊ SERDANÊN SERSAXIYÊ WERIN KIRIN

Ji bo Cansiz îro li Mala Cem a Berlînê û sibê seat 14:00’an jî li Cemaata Dersim a Berlînê malbat û hezkiriyên wî, ew ê şîna wî bigerînin.

Cenazeyê Haydar Cansiz roja Şemiyê wê li warê wî Dersimê bê veşartin.