Hafter ragihand ku bûye lîderê Lîbyayê

Lîderê Artêşa Netewî ya Lîbya Xelîfe Hafter ragihand ku Peymana Suheyrat a di bin sêwana NY’yê de hate îmzekirin ‘serweriya xwe ji dest daye’, gel raye daye wî û ew jî bûye lîderê welat.

Lîderê Artêşa Netewî ya Lîbya Xelîfe Hafter ê bi peyameke bi dîmen parve kir, anî ziman ku Peymana Suheyrat a di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate îmzekirin ‘serweriya xwe ji dest daye’. Hafter bal kişand ser xwepêşandanên li kolanên welat tê kirin, diyar kir ku gel raye daye wî û bûye lîderê welat.

Hafter da xuyakirin ku Peymana Suheyrat welat ber bi talanê ve biriye û got: “Heta em welatê xwe tevahî rizgar bikin, wê têkoşîna me bidome.”

Di encama civîna bi mijara Lîbya ku li bajarê Suheyrat a Fasê ku sala 2015’an de pêk hat, peymana hata îmzekirin ji aliyê Konseya Ewlekariya NY’yê ve jî hate erêkirin. Li gorî vê peymanê; wê li Lîbyayê ji bo pêvajoya heyî bi rê ve bibe Hikûmeta Mutabaqat a Netewî hatibû erkdarkirin.