Guven: Yekîtiya neteweyî zehmet e, lê pêkan e

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku li gel Kurdistana parçebûyê û zor û zehmetiyên seknên cuda yên siyasî, pêkanîna yekîtiya neteweyî pêkan û şert e.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven der barê Komxebata li Amedê de got, “Bi heman ruhê yekitiyê ji me tê xwestin divê êdî em yekitiya xwe ava bikin. Sedsala 21’an teqez wê bibe sedsala Kurdan.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven der barê Yekitiya Neteweya Kurd de ji ANF’ê re axivî û nirxandinên girîng kirin.

‘SERDESTAN XWESTIN KURDAN BI GIYANÎ Û BEDENÎ JI HEV QUT BIKIN’

Guven da zanîn ku hêzên serdest ji dîrokê heta roja îro bi polîtîkayên parçekirinê dixwazin Kurdan bi giyan û bedenî ji hevdû qut bikin û wiha axivî: “Dema mijar dibe Kurdistan û em li ser Kurdistanê diaxivin, an jî em ê çawan bi serkeftî bikarin yekitiya neteweyî ava bikin û çawan li dora vê yekitiyê çar parçeyên hatine parçekirin bînin li cem hevdû, mirov bivê nevê divê li dîrokê binêre. Ji dîrokê heta roja îro Kurdan çi jiyan kir û li Kurdan çi hat jiyankirin. Piştî hêzên serwer Kurdistan kir çar parçe û ji bo Kurdan li her çar parçeyan bihelînin polîtîkayek pêşxistin. Serdestên ji dûr hatine û serdestên welatê Kurdan parçe kirine bi heman hişmendiyê ev polîtîka pêşxistin. Kurdistan parçe kirin û bi polîtîkayên cuda jî xwestin bi giyanî û bedenî wan ji hev qut bikin. Ev konseptek bû. Li dijî vê konseptê helbet raperîn çêbûn û Kurdan ev qebûl nekir gelek îsyan rabûn û serî hildan. Di van îsyanan de gelek êş hatin jiyankirin. Li hemberî van êşan Kurdan ti carî serî netewand û li dijî polîtîkayên pûçkirinê li ber xwe dan. Di nava van berxwedanan de, îsyana herî dawî derket PKK bû û bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev berxwedan kete merhelek nû ya cuda de.”

‘BI OCALAN RE MIJAR HÊ CUDATIR HATE NIRXANDIN’

Guven da zanîn ku bi derketina PKK’ê û Birêz Ocalan re ev mijar bi awayekî hê cudatir hat nirxandin û got: “Ya rastî muhasebeya wê hat kirin. Yanî Kurd çawa parçe bûn? Ew kesên wê demê nûnertiya Kurdan dikirin û li ser navê Kurdan îmze kirin kî bûn? Ew ji aliyê kê ve dihatin kontrolkirin? Ev mijar hatin lêpirsînkirin. Ji Şêx Seîd heta Seyîd Rizayan serhildanên hatin kirin, di dema xwe de serhildanên têra xwe pêşverû û manedar bûn. Di van de nasnameya Kurd esas e. Di wir de kitekit li aliyekî tişta dihat xwestin Kurdîtî bû. Em Kurd in û em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Ji ber ji rabihuriyê heta dîroka xwe ya îro em wer jiyan. Em weke mîran, eşîran û began bi vî awayî jiyan, lê em bûn. Em di bin fermana kesî de nebûn. Ji lewra serhildan û raperînên têkildarî mijarê bêguman girîng bûn. Tam di vê mijarê de Birêz Ocalan muhasebeya wê kir û hinek tiştên bi vê re derketin holê çêbûn. Mînak têgihiştina komploya navneteweyî jî û têgihiştina Kurd parçe kirin jî heman tişt bû. Gotin bi vê parçekirinê êdî Kurd bi ser xwe de nayên û em ê wan hin bihêztir wan bihelînin. Serdestan bi kompoloya navneteweyî jî xwest bibêje, vaye êdî me Birêz Ocalan jî dîl girt û dê Kurd êdî belav bibin. Divê kompoloyê de hema bêje hemû hêzên serdest hebûn û cihê xwe di komployê de girt.”

XEBATÊN OCALAN ÊN LI SER YEKITIYÊ

Di berdewama nirxandina xwe de Guven destnîşan kir serdestên bi hişmendiya dewletê tevdigerin bawer dikirin ku Kurd di çar parçeyan de êdî nikarin werin cem hevdû û got: “Serdestan digot, dibe Kurdên Bakur bikarin werin li cem hevdû, lê belê nikarin bi Kurdên Başûr, Rojava û Rojhilat re werin li cem hevdû. Birêz Ocalan li ser vê yekê berî çendin salan axaftin û nirxandinên xwe yên girîng tim dianî li ser ziman. Birêz Ocalan digot, ‘Pêwîstiya me bi yekitiya neteweyî heye, binêrin welatek weke Yekitiya Ewropa û hundirê wê pûç û vala ye. Ji bo berjewendiyên xwe hatine cem hevdû. Em jî Kurd in û xaka me hatiye parçekirin. Bi darê zorê em li ser axa me hatine kirin. Herî zêde pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Birêz Ocalan her tim van tiştan tîne ziman û bi pêşniyarekê xwest Kongreya Neteweyî ya Kurd bê avakirin. Ji aliyê Birêz Ocalan ve ev mijar bi awayek cidî hate destgirtin. Bi nameyek ku bi destê xwe nivîsandiye ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re şand. Birêz Ocalan bi nameya xwe bi awayek aşkera destnîşan kir ku hûn jî lîderek Kurdan in, ez niha dîl im û hûn niha li derve re ne û divê mijarê de xebatan bidin meşandin. Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê were avakirin xebatan bidin meşandin. Birêz Ocalan gelek pêşniyar jî kirin û got, ‘Kongre bi modela hevserokatiyê dikare were lidarxistin û divê xebatê vê kongreyê li çar aliyê welat were rêvebirin’. Birêz Ocalan xalên gelek girîng destnîşan kirin. Di çarçoveya pêşniyarên Birêz Ocalan de heta 2013’an xebatek hate meşandin. Ji gelek aliyan Kurd tevlî vê xebatê bûn. Ev xebat hata asta li darxistina kongreyê hat. Lê mixabin destek kete nava vê xebatê û ev xebat da rawestandin. Ev dest kî ye? Bêguman Kurd hemû jî dizanin. Lê belê em niha ne di wê xalê de ne. Bi pêşniyarên Birêz Ocalan heta asta kongreyê hat û delege hatin destnîşankirin. Hate xuyakirin ku em dikarin yekitiya xwe ava bikin.”

'DIVÊ EM ÊDÎ YEKITIYA XWE AVA BIKIN'

Guven der barê Komxebata li Amedê jî de wiha axivî: “Bi heman ruhê yekitiyê ji me tê xwestin ku divê êdî em yekitiya xwe ava bikin. Sedsala 21’an teqez wê bibe sedsala Kurdan. Îro Rojhilat Navîn nevenda şerê sêyemîn yê cîhanê ye. Sînoor ji nû ve tên xizkirin û qedera gelan tê tayînkirin. Ji ber vê yekê îro em li vir li cem hevdû kom bûne. Îro li Amedê û li Bakurê Kurdistanê tifaqa siyaseta Kurd heye û em ê çawan vê tifaqê bikin tifaqa Kurdistanê. Her wiha em ê vê tifaqê çawan bikin domdar û li ser vê em çi dikarin zêde bikin.”

‘JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊDIVÎ BI YEKITIYÊ HEYE’

Guven anî ziman ku li dijî polîtîkayên hêzên serdest ên qirkirin û tinekirinê Kurdan berxwedanek bêhempa nîşan daye û ev tişt got: “Hemû serhildan û raperinên Kurdan bi tîpên zêrin navê xwe li dîrokê nivîsand. Lê belê dema em dinirxînin em dibêjin gelo kêmahiya me di vir de li ku derê bû. Herî zêde jî kêmahiya Kurdan ne lidarxistina yekitiya neteweyî ye. Li Başûr bûyerek çêdibe, em li Bakur li hember rabin tiştek cuda ye. Mînak, li Başûr referandum çêbû û Tirkiye li dijî vê yekê derket û gef li Başûr xwar. Em weke siyaseta Bakur me bertek nîşan vê yekê da û em li dijî helwesta Tirkiyeyê derketin. Lê ev çiqas hate dîtin û girîng bû. Eger yekitiya Kurdan hebûya û Kurdan bi navê yekitiya Kurdistanê li dijî vê derketiba wê cudatir bûya û banora xwe jî bêhtir hebûya. Divê em parçe parçe em nerazîbûnên xwe neynîn ziman û em bi ruhê Kurdistanî û bi yekitiyê li dijî êrîşên li ser xaka Kurdistanê derkevin. Divê xalê de pêwîstî bi ruhê yekitiya neteweyî heye. Gotinek were kirin divê bi navê yekitiya netweyî bê kirin û her kes neçare vê gotinê li ber çavan bigre. Ev gotin nebe gotina partî, rêxistin an jî ya komelekê. Ev gotin biba gotina Kurdistanê. Ji bo vê yeke ji her demê bêhir pêdivî bi yekitiya neteweyî heye.”

‘DIVÊ GELÊ ME NEYÊ CEZAKIRIN’

Guven bal kişand li ser dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêzî şeş mehane dibin ambargoyekê de ye. Gelê me yê Mexmûrê tê cezakirin. Ev tişt nabe û nayê qebûlkirin. Yê ku vê ambargoyê jî dike hikûmeta me ya Başûr e. Em divê mijarê de şikeştî û xemgîn in. Em dixwazin vê tiştê bibêjin, eger ruhê yekitiya neteweyî hebûya em ê hin baştir me wê xwe gihandiba hevdû û ji berpirsyarên herêmê re gotiban, hûn çî dikin? Hûn wî gelî nikarin ceza bikin. Ti gunehê wî gelî tineye. Pirgirêk û nîqaşên biçûk dibe hatibe jiyankirin, hûn dikarin van di nava xwe de nîqaş bikin û çareser bikin. Lê hûn nikarin gelekî ceza bikin. Ji xwe gelê me yê Mexmûrê gelek êş jiyan kirine û koçî wir bûne. Ji ber ku gundê wan hatiye şewitandin, hatine kuştin û ji ber ku her roj li ser mala wan de dihat girtin koçî herêmê kirine. Ev wargeha dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin. Nêzî şeş meh e ambargo li ser tê meşandin. Gelê me yê Mexmûrê di rewşek gelek mexdûr de ye. Şertên jiyanê her ku diçe zehmet dibe, jinên du canî ji ber nikarin biçin nexweşxaneyê zarokên xwe winda dikin, ciwan nikarin biçin zanîngehê û zexîre tineye. Gelê me pirsgirê gelek cidî dijî. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin dîsan û dîsan yekitiya neteweyî tê hişê mirovan. Belê, eger îro me yekitiya neteweyî ava kirîba em ê îro ne divê rewşê te bûna. Îro bi yek dengê me dikarî em dengê li cîhanê belav bikin. Ji bo ev jî pêk bê divê em hemû dibin sêwana yekitiya neteweyî de werin cem hevdû.”