Gundê Tilezer radestî Şengaliyan hate kirin
Gundê Tilezer ê Şengalê radestî Meclîsa Xweser a Şengal û Asayîşa Êzîdxaneyê hate kirin.
Gundê Tilezer ê Şengalê radestî Meclîsa Xweser a Şengal û Asayîşa Êzîdxaneyê hate kirin.
Gundê Tilezer di sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin, piştre ji aliyê artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şabî ve hatibû rizgarkirin. Îro bi daxuyaniyeke hevpar gund radestî Meclîsa Xweser a Şengalê û Asayîşa Êzîdxaneyê hate kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de rayedarên Meclîsa Xweser a Şengalê, Asayîşa Şengal û Heşdî Şabî amade bûn. Berdevkê Heşdî Şabî yê Herêmê Ebû Ebdo axivî û wiha got; “Rêveberî û kontrola gund radestî Meclîsa Xweser a Şengalê û Asayîşa Êzîdxaneyê hate kirin.”