Gunay: Mirov nikare rola Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, ''Meseleya Kurd pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.''

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li ser nîqaşa 'muxatabiyê' ya li ser meseleya Kurd li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Gunay nîqaşên van rojên dawî bi bîr xist û diyar kir, ji nîqaşan jî tê fêhmkirin ku pirsa herî mezin a Tirkiyê meseleya Kurd e û got, ''Meseleya Kurd bi esasî meseleya demokrasiyê ya Tirkiyê ye. Bêyî ku meseleya Kurd çareser bibe Tirkiye demokratîk nabe, heta ku Tirkiye demokratîk nebe meseleya Kurd çareser nabe.''

Gunay bi berdewamî got, ''Li ser meseleya Kurd û mijara muxatabiyê em hin nêzîktêdayinên neçê dibînin ku wê Tirkiyê ber bi neçareseriyê ve tehf bide. Li vir dixwazim vê bi rengekî aşkere bibêjim. Daxwazên Kurdan zelal in, muxatabên meselê jî diyar in, rêya çareseriyê zelal e. Nîqaşên ji bo çareseriyê divê bi rengekî cidî, bi aqilgirtina ji dema bihurî û înkarnekirina tiştên ku hatine jiyîn werin kirin. Ji bo me biqîmet e ku Rêzdar Kiliçdaroglu ev nîqaş daye destpêkirin û muxalefet li ser mijara çareseriyê bi insîyatîv rabe. Tirkiye divê vê nîqaşê bêyî ku tiştên ku berê hatine jiyîn înkar bike, bi aqilgirtina ji tiştên ku qewimîne, bi cidibûneke siyasî rê ve bibe.''

Gunay bi berdewamî diyar kir cihê çareseriya demokratîk û aştiyane Meclîs e, ev rastî gelek caran ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye gotin, divê yasa werin derxistin û pêvajo bi şahidiya Meclîsa were mîsogerkirin, hemû gavên ku wê werin avêtin li ser hîmê yasayan were rûniştin. Gunay got, ''Ji bo Ocalan Meclîs ne tenê cihê ewlekirina pêvajoyê, her wiha cihê mayindekirina pêvajoya çareseriyê jî Bû. Her wiha gelek caran gotiye ne tenê AKP, di serî de CPH hemû partiyên li Meclîsê divê tevlî pêvajoyê were kirin. ''

Gunay li ser rola HDP'ê û Ocalan wiha got: ''HDP partiya Tirkiyê ye, weke li ser hemû meseleyên Tirkiyê, li ser meseleya Kurd jî çareserî ji bo xwe weke peywirekê diyar kiriye. HDP xwedî wê biryardarî û îradeyê ye ku meseleya herî mezin a Tirkiyê bi çarçoweya demokratîk çareser bike. Çawa ku li ser hemû mijaran muxatab e, li bara vê meseleya giran jî muxatab e. Em weke partiyeke muzakereya demokratîk,  çareseriya pirsa Kurd ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bivenevê dibîninin, ji ber vê, îro jî sibe jî em ê bi hewldana çareseriyê bin. Mesele pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê helbet mirov nikare rola Ocalan ji nedîtî ve were.

Guney axaftina xwe wiha domand: ''Lê her kesê ku bûye şahidê çil salan ên Tirkiyê dizane ku mesele pirhêlî ye, tevlîhev e. Meseleye ku ji sînorê Tirkiyê bihuriye, ji herêmî jî derketiye û bûye meseleyeke navnetewî, divê bi hemû aliyên wê re were muzakerekirin û çareserkirin. Mirov nikare rastiya Rêzdar Ocalan ku dibêje, ''Derfetê bila bidin ez ê vê meseleyê di nav heftiyekê de çareser bikim'', ji nedîtî ve were. Ji ber vê, nîqaşên muxatabiyê qediyaye. Ya ku divê li ser were axaftin ew e bê ka wê Tirkiyeyek demokratîk çawa were avakirin, aştiyeke birûmet çawa were avakirn. Ji ber vê, em partî hazir in ku berpirsyariya ku dikeve ser me bi cih bînin. Em hêvî dikin, nîqaşên çareserî û muxatabiyê yên van rojên dawî ku em qedr didinê û pir girîngiyê didinê, rê li deriyê serdemeke nû veke. Li ser vê mijarê em hêvîdar in û jixwe ji bo dahatuya Tirkiyê ji çareseriyê pê ve ti rêyek nîne.''