Guleya pêşî ya Raperînê Elî Nebî teqand

Elî Nebî guleya pêşî ya Raperînê teqand, jiyana wî bi têkoşîna ji bo gelê Kurd derbas bû û bi destê PDK'ê hate şehîdkirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, beriya niha bi 30 salan weke îro 5'ê Adara 1991'an li navçeya Ranya ya Silêmanî bi pêşengiya komeke ciwan li dijî dîktatoriya Sedam Hisên raperîn da destpêkirin. Agirê Raperînê ku pêşmergeyan li çiyayan destek dayê, 21'ê Adara 1991'ê piştî ku Kerkûk jî hate standin li hemû gund û bajaran berbelav bû û domand. Sazî û dezgehên rejîma BAAS hatin desteserkirin, artêşa Iraqê ji nav sînoran hate derxistin. Artêşa Iraqê ku nekarî xwe li ber gelê Kurd bigire, 27'ê Adara 1991'an êrîş anî. Eynî rojê Kerkûk, 31'ê mehê jî Hewlêr dîsa hate dagirkirin. Piştre koça mezin a gelê Başûrê Kurdistanê destpê kir, bi sed hezaran kes derbasî bakurê Kurdistanê bûn.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza Fransa û Belçîkayê 5'ê Nîsana 1991'ê biryar li ser da ku herêma ewle ya li Başûrê Kurdistanê û Kurdan ji êrîşên artêşa Iraqê biparêze, alîkariya mirovî bigihînin û kesên ku koç kirine bikaribin dîsa vegerin şûnwarên xwe.  Bi biryara hijmara 688'an a KENY'yê hate qedexekirin ku hêzên rejîma BAAS derbasî bakurê parelelî 36'an bibin, li vê herêmê rakirina balafiran hate qedexekirin .Bi vê biryarê re NY piştî biryara li ser meseleya Kerkûkê ya sala 1925'an cara pêşî bû ku biryar li ser naskirin û parastina Kurdan dida. Bi avabûna herêma ku rakirina balafiran lê hatî qedexekirin, Başûrê Kurdistanê bi fiilî bû herêmeke xweser. Ên ku koç kiribûn jî dîsa vegeriyan ser şûnwarên xwe.

Raperîn kir ku li Kurdistanê du eniyên siyasî bibin yek. Kanûna 1991'an bi pêşengiya PDK'ê û YNK'ê Eniya Kurdistanê biryar li ser da ku hilbijartina parlamentoyê were kirin. 7'ê Tîrmeha 1992'an piştî ku desteya wezîran hate danîn Parlamentoyê 4'ê Cotmeha 1992'an Başûrê Kurdistanê di nav Iraq'ê de weke rêveberiyeke federe ragihand. Ev rêveberiya federe heta ku DYE'yê 2003'an li Iraqê rejîma Sedam rûxandî, domand.

KRONOLOJIYA RAPERÎNÊ

ADARA 1991'Ê

5'ê Adarê Ranya, Çarqurne, Deşta Bitwên, Hecîava hatin rizgarkirin.

6'ê Adarê Navçeya Bazyan û deşta Pişter a Silêmanî hate rizgarkirin.

7'ê Adarê Raperîn li Silêmanî berbelav bû û gel dest danî li ser hemû saziyên dewletê.

8'ê Adarê Raperîn heta bi Silêmanî, Erbet, Çemçemal, Helepce, Zereyan, Pîremegrûnê belav bû û rêya Silêmanî û Kerkûkê hate kontrolkirin.

9'ê Adarê raperîna gihîşte navçeyên Hewlêrê Koye, Şeqlawa û Basimre.

13'ê Adarê raperîna gihîşte Hewlêrê û li dijî rejîmê berxwedan destpê kir. Eynî rojê Birzin, Melaomar, Cadîde, Topzawa, Kewergoske, Bahirka, Berhuştirê, Kesnezan, Binaslawa, Daretû, Quştepe û Şawest hate standin.

13'ê Adarê raperîn li Zaxo û Silêvanê belav bû, eynî rojê Cabara, Ped, Kelar hatin rizgarkirin.

14'ê Adarê Sersing, Zawîte, Dêrelok, Şêladizê, Amêdiyê û Bamerne hatin rizgarkirin.

15'ê Adarê Sêmêlê hate standin.

16'ê Adarê Qereçûx, Sebaşah û Mexmûr hate rizgarkirin.

19'ê Adarê Kerkûk hate kontrolkirin

21'ê Adarê navenda Kerkûkê bi tevahî hate rizgarkirin.

21'ê Adarê li Kerkûkê agirê Newroê vêket, li biryargeha Xalid şer dom kir.

EW PÊŞMERGEYÊ LI RANYAYÊ

Dema ku raperînê nû destpê kirî li Ranyayê yek ji Kurdên pêşengî kirî Elî Nebî bû. Kurê wî Şoreş Elî Nebî ji ANF'ê re çîroka bavê xwe vegot:

''Yek ji wan malbatan bû ku dema şerê Osmanî û Safewiyan ji Şemzînanê koçî Ranyayê kiribûn. Şehîd Elî Nebî 1953'an li nav malbateke wiha çêbû ku malbata wî li gundê Medera ya Ranyayê bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikir. Dema zarok pir serkeftî û hîperaktîf bû.  Di Şoreşa Îlonê de li Makokê şer kir, bi serkeftinên wî navê wî hate bihîstin. Pirpirka pêşmergetî pêve kirin. Piştî Peymana Cezayirê ya 1975'an vegeriya mal, lê teslîmî rejîma BAAS nebû. Piştî ku YNK damezirandina xwe ragihand, bû pêşmergeyeke wê yê çalak û berpirsê Sefîna 91'an. Piştî 1985'an pêşmergetî berda, lê têkiliyên xwe bi YNK'ê re domand. Mînak 1989'an dema Enfalê, li herêma Xoşnav, Şawre û Rêwandizê ji bo ku gelê Kurd xilas bibe bi roleke çalak rabû. Ji bo ku gelê li wê herêmê xilas bike heta bi ser sînorê Îranê pêşengî kir.

Elî Nebî ku bi rengekî çalak tevlî haziriyên Raperînê bûbû ku plansaziya wê hatibû kirin 7'ê Adarê destpê bike, xwedî tecrûbeyên pêşmergetî û xwedî însiyatîf bû. Di nav hemû bajêran de, li cihên aidê hikûmetê û hêzên hikûmetê lê bûn plansazî kir. Ji bo ku 7'ê Adarê rabin, hazir bû. Ciwan 5'ê Adarê li Ranya daketin kûçeyan. Rejîma BAAS jî li qereqola di navbeyna Ranya û Çarqurne li qereqolê hazirî kiribû û leşker danîbû. Sîxur jî li Ranya bi cih kiribûn.

GULEYA PÊŞÎ YA RAPERÎNÊ

Elî Nebî bi van hesiya û xwe berda Ranyayê. Li 3 sîxurên BAAS rast hat. Elî Nebî guleya pêşî ya Raperînê teqand. Di şer de sîxurek hate kuştin, 1 jî birîndar bû. Elî Nebî li meydana bajêr gel komî ser hev kir, derheqê Raperînê agahî da. Bi vî rengî Raperîn ji ya ku hatî plankirin 2 rojan zûtir destpê kir. Wê rojê Ranya bi temamî ji BAAS hate paqijkirin. Şêniyên Hacîava jî tevlî nav vê karwanê bûn, roja din Çarqurne hate xilaskirin. Şehîd Elî Nebî û hevalên wî pêşengî ji gel re kirin û bi însiyatîfa xwe bajar azad kirin. Pêşmerge 7'ê Adarê ketin nav bajêr.

PDK'Ê KEMÎN LI BER DANÎ Û ELÎ NEBÎ ŞEHÎD KIR

Bi Raperînê re Elî Nebî dîsa bû pêşmerge. 1994'an li Qeladizê şerê PDK'ê û YNK'ê çêbû. Elî Nebî çûbû ku dawî li wê rageşiyê bîne. PDK'ê 2'yê Gulana 1994'an ew û çend hevalên wî kirin kemînê û ew şehîd kirin.

Elî Nebî ji gel hez dikir û gel jî hurmet didayê. Pir bi ser zarokên xwe ve bû û ji wan hez dikir. Dema pêşmerge bû carinan 4-5 mehan nedihate malê. Ji ber xebatên ku dikir me nedikarî li cihekî zêde bisekinin, carinan em li gund carinan li çiyan diman.

Em bi bavîtiya wî û ji ber kirinên wî yê di têkoşîna Kurdistanê de pê şanaz in. Ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî şer kir. Dema ku PKK hat Başûrê Kurdistanê pir alîkar bû. Hemû jiyana xwe bi xizmeta ji bo gelê Kurd derbas kir.''