Greva li Fransayê bandoreke mezin li jiyana rojane dike

Greva ku li saziya rêyên hesinî ya neteweyî ya Fransayê (SNCF) roja Sêşemê dest pê kir, di roja duyemîn de ye. Ji ber grevê trafîk felç bûye.

Karên li sektora rêyên hesinî, li dijî reforma ku hikumet dixwaze li sektora wan bike ketin grevê. Ji ber grevê trafîka rêyên hesinî felç bû. Rêyên li herêma Parîsê ji saet 9'an û pê ve xitimîn û rêzên ji 360 kîlometreyî çêbûn. Grev welê hatiye plankirin ku sê mehan bidome.

Serokwezîr Edouard Philippe diyar kir ku zor û zehmetî li pêşiya rêwiyan e û qebûl kir ku çalakî tehdeyê li wan dike. Lê belê red dike ku hikumet bersivê bide daxwazên karkeran.

Roja Sêşemê, tevî xebatkrên rêyên hesinî, pîlot, karkerên paqijiyê û xebatkarên li sektora enerjiyê jî ketin grevê. Wekî din bi deh hezaran kes daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan. Li sektorên bingehîn ên aboriya Fransayê gelek bang tê kirin ku di mehên havînê de bikevin grevê.