Greva li balafirgeha Brukselê 6 roj in dewam dike

Greva karkerên bagajê yên li balafirgeha Zaventem a paytexta Belçîka Brukselê, di roja şeşan de ye. Roja Sêşemê herî kêm 140 sefer ji ber grevê betal bûn.

Grev ji aliyê xebatkarên şîrketa AvîaPartnerê ve hate destpêkirin ku karê bagajê yê 29 şîrketên rêyên hewayî di destê wê de ye. Ji roja Pêncşemê û vir ve 720 seferên balafiran ji ber grevê betal bûn. Grev ji ber ku di hefteya betlaneyê de tê kirin, bandor li 100 hezar rêwiyî kir.

Brussels Aîrportê ragihand, ji bo bandora çalakiyê kêm bikin çi ji destê wan tê dikin.

Ji hevdîtinên navbera rêveberiya AvîaPartner û sendîkayan encam derneket. Sendîkavan Olîvîer Van Camp ji RTBF'ê re got, "Roja şeşan ji bome gelekî dirêj û gelekî giran e. Ji dil dixwazin îro li hev bê kirin û sibê li karê xwe vegerim."

Sendîkavan diyar kir, di hevdîtinan de hin gav hatine avêtin, lê di mijarên herî girîng de hîn li hev nehatiye kirin.

Tê gotin, ji ber nedana prîman grevê dest pê kiriye. Sendîka her wiha nerazî ne ji ber ku sozên hatine dayin bi cih nehatine anîn, personel û materyal kêm in.