Goksungur ku 26 sal in girtiye, çû ser cenazeyê bavê xwe

Hasan Goksungur ku ji doza PKK'ê ev 26 sal in girtiye, hate gotni ji bo ku biçe ser cenazeyê bavê xwe, ji bo çend saetan birine gund.

Hasan Goksungur ku ji 1993'an ve girtiye, Sêşemê, destê wî kelemçekirî anîne gundê Pulyanê yê Pazarcikê.

Goksungur, pêşî bavê xwe veşart û piştre çû mala xwe ya li gund.

Goksongur ku li goristanê û li mala gund bi tevahî 4 saetan mayî, dîsa birin girtîgehê.

Goksungur li mala xwe ya li gund axivî û got, ''Ev 26 sal in li zindanê me. Bavê min ez û hevrêyên min tenê nehişt. Tim li cem me bû. Di têkoşîna me de ev helwest dê û bavê me her demê hêz daye me.''

Goksungur dema ku hatî gund bi coşiyekê hate pêşwazîkirin, bi çepikan ber bi girtîgehê ve hate rêkirin.

Heta ku li gund bû, ji deverên  cuda yên cîhanê heval û hogiran bi telefonê bi Goksungur re axivîn.

Goksungur ku ji Mijdara 1993'yan ve girtiye, bi dorê li zindanên Meletî, Yozgat, Meraş, Kurkuçuler, Sêrtê maye. Goksungur îro li Girtîgeha Girtî ya Tîpa   E'yê ya Elbîstanê dimîne û 4 salên dî jî wê li zindanê bimîne.

Goksungur ku di navbeyna 1993-1999'an de gelek caran ketî greva birçîbûnê, di berxwedana dawî de jî, ya bi pêşengiya Leyla Guven, ji 1'ê Adarê û wir ve ketibû greva birçîbê ya bêdawî û bêdorveger.