Global Wîtness: Di sala 2018’an de 164 eko-çalakger hatin kuştin

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Global Wîtness diyar kir ku di sala 2018’an de di çalakiyên ji bo xwezayê de 164 eko-çalakger hatine kuştin.

Li gorî raporeke îro zext li ser bi hezaran eko-çalakgeran heye.

Li gorî rapora Global Wîtnessê herî zêde li Filîpînê li ser çalakgerên xwezayê zext hene û li vî welatî 30 çalakger hatine kuştin.

Li Kolombiyayê 24 û li Hindistanê jî 23 çalakger hatin kuştin. Li Gûatemalayê jî 16 eko-çalakger hatin kuştin.

Di raporê de hate diyarkirin ku kuştina eko-çalakgeran li hemû cîhanê heye. Di raporê de hal hate kişandin ser vî tiştî ku gelên ku daristanan diparêzin wekî ‘terorîst’ tên dîtin û tên sûcdarkirin.

Rêjeya kuştina eko-çalakgeran li gorî sala borî kêm bûye. Di sala 2017’an de 207 kes hatibûn kuştin. Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber dijwariya bidestxistina agahiyên li hin herêman dibe ku hejmarên di sala 2018’an de biguhere.

Herî zêde di protestokirina kana sifirê ya li eyaleta Tamîl Nadû ya Hindistanê de çalakger hatine kuştin.

Li Brezîlyayê jî di protestokirina sanayîya soyayê de 8 kes miribûn.