Girtiyên berê yên ÎRA'yê: Gelê Kurd wê bi ser bikeve

Girtiyên berê yên ÎRA'yê û rêveberên Sînn Feînnê piştgirî dan gelê Kurd û berxwedêrên greva birçîbûnê.

Girtiyên berê yên ÎRA'yê û rêveberên Sînn Feînnê yên ji bo azadiya Îrlanda Bakur têkoşiyan, diyar kirin ku gelê Kurd wê teqez bi ser bikeve.

Antony Mcîntyre yê ji doza ÎRA'yê 18 salan girtî ma, endamê Sînn Feînnê yê Parlamenta Komara Îrlandayê Orîen O Broîn û ji rêveberên hevdîtinên aştiyê yên Îrlanda Bakur Gerry Kelly gotin, ew têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin.

'NÊRÎNÊN OCALAN BALA ME DIŞIKÎNE'

Antony Mcîntyre girtiyekî berê ye ku ji doza ÎRA'yê 18 salan li Lona Kesh (Girtîgeha Mazeyê) dîl hate girtin. Mcîntyre ku dilxwazê ÎRA'yê ye, piştî ku ji girtîgehê derket karên lêkolînê kir. Piştî ku sala 1996'an ji girtîgehê derket, pirtûka bi navê 'Good Friday: The Death of Irish Republicanism (Good Friday: Mirina Komargeriya Îrlandayê)' nivîsî. Mcîntyre ku hîn jî aktîvîstek e û li Dûblînê ye diyar kir ku ew têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopîne. Mcîntyre anî ziman, çalakiya Leyla Guven û bi sedan girtiyan û ya li Strasboûrgê ji nêz ve dişopînin û bi bîr xist, ew jî bi heman armancê bi salan li girtîgehên Îngilistanê têkoşiya ye. Mcîntyre anî ziman, gelê Kurd wê bi ser bikeve û got, li dijî pergala mêtînger, têkoşîna bi rêxistinkirî û bi biryar girîng e. Mcîntyre diyar kir, nêrînên Ocalan bala wan dikişîne û tevlî gelek aktîvîteyên li mijarê bûye. Mcîntyre got, wê her tim piştgiriyê bide Kurdan.

'DIVÊ MIROV BI BIRYAR Û SEBIR BIN'

Gerry Kelly ku di doza ÎRA'yê de bi salan li girtîgeha Mazeyê ma, di demên cuda de nêzî 200 rojî di greva birçîbûnê de ma û bû mijare fîlmên fîrarî yên li Mazeyê, yek ji wan kesan e ku pêvajoya aştiyê ya Îrlanda Bakur meşandiye. Kelly siyasetmedarê Îrlanda Bakur e ku bi Gerry Adams re 'peymana aştiyê' îmze kiriye. Kerry piştî pêvajoya aştiyê bû wezîr û niha jî hem parlamenter e hem jî rêveberekî payebilind ê Sînn Feînê ye. Li buroya Sînn Feînê ya li Belfastê ji ANF'ê re axivî. Kelly diyar kir, piştî têkoşîneke demdirêj û zehmet wan destketiyên girîng bi dest xistine û bi bîr xist, gelek derdoran bawer nedikir ku wê bi ser bikevin. Kelly got, gelê Kurd jî wê mîna gelê Îrlanda Bakur bi têkoşînê bi ser bikeve, lê belê ya divê niha bê kirin, biryardarî û sebir e. Kelly anî ziman, hin encam hene ku divê ji pêvajoya aştiyê ya Bakurê Îrlandayê bê derxistin û diyar kir, ev pêvajo bi hêsanî pêk nehat, di encama têkoşîneke demdirêj û daxwazeke mezin de doza gelê Îrlandayê ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin.

'EM JI KURDAN HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛN'

Endamê Sînn Feînê yê Parlamenta Komara Îrlandayê Orîen o Broîn jî diyar kir ku divê bersiv ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin. Breoîn got, berî çend salan ew çû Amedê, hin hevdîtin kir û anî ziman, wê demê ew ji Kurdan hînî gelek tiştan bû. Broîn diyar kir, gelê Kurd gelekî rêxistinbûyî ye û ji bo serketinê jî ev yek gelekî girîng e. Broîn got, Sînn Feîn wê timî piştgiriyê bide gelê Kurd.

GIRTÎGEHA MAZEYÊ

Girtîgeha Maze: Girtîgeheke kevn e li Îrlanda Bakur. Di navbera salên navbera 1971-2000'î de dilxwazên ÎRA'yî lê dîl dihatin girtin. Girtîgeh bi 14 kîlometreyan li başûrê rojava yê Belfastê ye. Girtîgeha Mazeyê di têkoşîna Îrlanda Bakur de xwedî roleke girîng e. Greva birçîbûnê ku sala 1981'ê li Girtîgeha Mazeyê pêk hat, gelekî deng veda. Girtîgeh sala 2000'î hate girtin.