Girtiyê Kurd Eşrefî rojiya mirinê da destpêkirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Siyamek Eşrefî ku ev 26 roj in li Girtîgeha Ûrmiyeyê di greva birçîbûnê de ye bi nameyekê diyar kir ku çalakî veguherandiye rojiya minê.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Girtîgeha Ûrmiyeyê girtiyê siyasî yê Kurd Siyamek Eşrefî ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ye bi nameyekê ragihand ku çalakiya xwe veguherandiye rojiya mirinê.

Eşrefî roja 1’ê Kanûnê ji ber ku bersiva daxwaza wî ya bi şert ya ji bo azadkirinê nehate dayîn û li dijî wan bê rêziyên ku karmendên Şaxê 9’ê ya Pêkanîna Sizayên Dadgeha Ûrmiyê ya li beramberî malbata wî hatî kirin, wî nerazîbûna xwe anî ziman û li dijî vê yekê dest bi grevê kir.

Malbata Eşrefî ji bo azadiya kurê xwe bi şert serî li Şaxê 9’an a Pêkanîna Cezayê ya Dadgeha Ûrmiye kir lê karmendên wê şaxê bêrêzî li malbatê kirîbûn.

Girtiyê siyasî yê Kurd Siyamek Eşrefî ku 3 sal in girtiye daxwaza azadiya bi şert kiribû, daxwaz ji aliyê berpirsên girtîgeha Ûrmiye ve hatibû qebûlkirin lê ji aliyê berpirsên Şaxê Pêkanîna Cezayê ve hatibû redkirin.