Girseya gel ji bo Demîrtaş li ber Edliyeyê li hev civiya

Beriya destpêkirina rûniştina doza ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş lê tê darizandin, gelek kes li ber edliyeyê li hev civiyan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, tevlî rûniştina doza li 38. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê dibe.

Parlamenterên HDP'yî û Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay jî hatin 38. Dadgeha Ceza ya Asliye ya li Bakirkoyê.

Girseya gel a li ber avahiya edliyeyê li hev civiya ye, dirûşmên "Selahattîn Demîrtaş rûmeta me ye", "Li dijî faşîzmê mil bidin hev" diqîre.

Derdora edliyeyê ji aliyê gelek TOMA û hêzên polîsan ve hatiye girtin.

CARA YEKÊ YE DERDIKEVE PÊŞBERÎ DADGER

Demîrtaş ji roja ku dîl girtiye, cara yekê ye derdikeve pêşberî dadger.