Gerîlla TV dîmena çalakiyê da

Gerîlla TV, dîmenên çalakiya ku 27'ê Tîrmehê li gundê Hedîtê ya Silopya li ser cihê kontrolê pêk anîbû, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya  HPG'ê têkilî çalakiyê wiha gotibû: 
 

''Roja 27’ê Tîrmehê danê nîvro hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Hedît yê navçeya Silopya ya Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li konteynir, wesayîta zirxî û leşkerên li nuqteya kontrolê hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa kobra û konteynîr hate rûxandin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rêya Îpkeê heta saetên şevê ji trafîkê re girt.''