Gerîlayên Soran jî li Bradostê ne

Gerîlayên Soran ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Soranê ketine çeperan, gotin ku wê bi pêngava xwe ya şoreşgerî re dagirkeran biqewirînin.

Gerîlayên Soran ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê şer dikin dibêjin, Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî wê bi ser bikeve.

HEBÛNA TIRKAN ŞERMEKE MEZIN E

Yek ji gerîlayên Soran ên li herêma Bradostê li dijî dagirkeriyê têdikoşe Azad e. Azad destnîşan kir ku hebûna baregehên Tirk li Başûrê Kurdistanê ji bo hikumeta federe şermeke mezin e. Azad got, "Niha hewl didin herêma me ya Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Çarçoveya vê hewldana dagirkeriyê roj bi roj berfireh dikin. Ev dagirkeriya Tirkan xwe dispêre hikumeta federe. Ji ber ku bi ti awayî li ber vê dagirkeriyê ranabe. Heta ku gerîla hebe, ti ji hewldanên dagirkeriyê wê bi ser nekeve. Em niha li Lêlîkanê şer dikin. Li vir berxwedanek mezin heye û em ê vê derê ji Tirkan paqij bikin. Hevkariya gel û gerîla wê dawî li dagirkeriyê bîne. Weke gerîlayekî ji Başûrê Kurdistanê dibêjim; ev erd erdê me ye."

KURDISTAN YEK PARÇE YE, DIJMIN JÎ YEK E

Gerîla Ferhat jî diyar kir ku li dijî dagirkerî û komkujiyên faşîzmê ew li hre devera Kurdistanê şer dikin û got, "Kurdistan yek parçe ye û dijminê me jî yek e. Em li gorî vê rastiyê xwe amade dikin. Em bi îdîa ne ku bi ruhê serketinê pêngava xwe bi ser bixînin. Bi moral û coşeke mezin em pêngavê didomînin."