Gerîlayên HPG’ê li dijî hevkarê dewletê Bolunmez çalakî kirin

Gerlayên HPG’ê li dijî Sûleyman Bolunmez ê di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de bû, çalakiye kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

LI DIJÎ SÛLEYMAN BOLUNEMEZ Ê XIZMETA MÊTINGERIYÊ DIKE ÇALAKÎ HATE KIRIN

“Hêzên me 11’ê Cotmehê saet 10:00’an li herêma Maden a Şirnexê li dijî Suleyman Bolunmez çalakiyek kiriye.

Kesê bi navê Suleyman Bolunmez hemû îhaleyên qerqolên ku li herêma Cûdî bên çêkirin û tên çêkirin girtiye, heman demê yek ji kesên ku li Şirnexê xebatên sîxûriyê dike ye. Bûye hevkarê sûcên qirker ên mêtingerkirina erdnîgariya Kurdistan û gelê Kurd. Ji ber van sûcan Suleyman Bolunmez ê hate xwestin bê cezakirin, bi giranî birîndar bûye.

ŞEWATA KU ARTÊŞA DAGIRKERAN DERXISTÎ DEWAM DIKE

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin, di vê çarçoveyê de;

30’ê Cotmehê saet di navbera 03:00-04:00’an de gundê Ergenê ya li devera Meyrokê ya Herêma Garê bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derketiye. Ev şewat hê jî didome. Dewleta Tirk a mêtinger bi zanabûn bax û baxçeyên gundiyên Ergenê kiriye hedef û bombe kiriye.

30’ê Cotmehê saet 17:00’an jî dever Kêste ya girêdayî Herêma Metînayê balafirên şer bombe kiriye.

30’ê Cotmehê saet 15:00’an balafirên şer devera Sîda ya Herêma Zapê bombe kiriye. Dîsa heman rojê saet 21:00’ê dever Çemço ya Herêma Zapê ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin.

Di van êrîşan de tiştek bi hevalên me nehatiye.”