Gerîlayê HPG’ê Tarhan spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Tarhan ê di şerê 30’ê Tîrmehê de şehîd bûbû, li gundê Tatka ya girêdayî navçeya Qereyazi ya Erziromê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Tarhan (Welat Serhed) ê di şerê 30’ê Tîrmehê de li herêma Çirav a Sêrtê şehîd bûbû duh ji aliye malbatê ve hate girtin, li gundê Tatka ya navçeya Qereyazi ya Erziromê spartin axê.

Gerîlayê HPG’ê ê 30’ê Tîrmehê di şerê li herêma Çirav a Sêrtê ya li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbû, piştî testa DNA’yê û şûnde malbatê girt.

Cenazyê Tarhan duh di saetên şevê de bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê li gundê Tatka ya girêdayî navçeya Qereyazi ya Erziromê spartin axê.