Gerîlayan li Metîna ji 2 baskan ve lê da: 6 dagirker ceza kirin-NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Metînayê li dijî artêşa Tirk ji 2 baskan ve çalakiyên serketî lidar xistine, 6 dagirker ceza kirine.

HPG’ê ragihand ku li Metînayê 24’ê Hezîranê gerîlayan li girê Koordîne li dijî dagirkerên li gir bicih bûbûn ji du baskan ve çalakî kiriye.

HERÊMA METÎNA

“Agahiyên têkildarî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

24’ê Hezîranê saet 05:40’î li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bicih bûbûn, ji du baskan ve bi çalakiyên veşartî hatin kirin. Baskê yekem; çeperek çeka A-4 a 2 dagirker lê bûn kirin hedef. Çepera A-4 hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin. Dîsa 2 dagirkerên li derdor xwe veşartibûn, hêzên me ji nêz ve li wan da û ceza kir. Baskê duyemîn jî; çepera ku çeka bombeatar û 2 dagiker lê bûn kirin hedef. Di encama lêdana xurt de, çeka bombeatar û çeper hate rûxandin û 2 dagirkerên li nav hatin cezakirin.

Di encama vê çalakiya serketî ya hêzên me de bi kêmanî 6 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper 1 çeka A-4 û çekek bombeatar hate rûxandin. Ev çalakî ji bo salvegera şehadeta hevrêya me Fermandara Fedayî Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) hatiye kirin.

HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyên di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ de ya li Avaşînê ev tişt hate diyarkirin:

“Di 23’ê Hezîranê de saet di 19:10’an de li qada Girê Sor dagirkeran xwestine ber bi tunelên şer ve bi pêş ve werin. Hêzên me bi xurtî li van dagirkeran dane. Saet di 19:30’an de jî bi taktîka sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin, nehatiye zelalkirin. Saet di 20:10’an de dagirkeran dîsa xwestine ber bi çeperên şer ve werin lê dîsa li wan hatiye xistin. Bi îsabet li dagirkeran hatiye xistin, dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 24’ê Hezîranê de saet di 05:30’an de dagirkeran xwestine ber bi tunelên şer ve bi pêş ve werin, hêzên me dîsa ji nêz ve li wan dane. Dagirkerên ku derb xwarine neçar mane, qedemeyekê vekişin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didome.

Di 22’ê Hezîranê de saet di 01:00’an de qada Werxelê û Tabûra Ereban a Avaşînê ji aliyê balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 23’ê Hezîranê de saet di 15:00 û 15:30’an de erdên li gundên Dergelê û Beşîlî yên herêma

Metînayê bi balefirên şer 3 caran hatine bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”