Gerîlaya ji Samsûnê: Dewleta Tirk terorîst e

Gerîlaya ji Samsûnê Rûken Kobanê diyar kir piştî wê PKK nas kiriye, dîtiye ku dewleta Tirk terorîst e û xwest ew ji malbat û gelê Tirk re qala PKK’ê bike.

Gerîlaya ji Samsûnê Rûken Kobanê a ku di sala 2014’an de tevlî nav refên PKK’ê bû, pêvajoya xwe ya beşdarbûnê, berevajîkirina têkoşîna rewa ya gelê Kurd û jiyana xwe ya di nav gerîlatiyê de ji ANF’ê re qal kir.

Rûken Kobanê (28) diyar kir ji ber ku ew jin e nakokiyên wê yên bi pergalê re zêde bû û vî tiştî berê wê daye PKK’ê. Kobanê got “Îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê li ser min bandoreke mezin çêkir. Rêhevaltiya di nav PKK’ê de bû  faktora herî mezin ku bandor li ser min çêkir. Ji bo ku jinek karibe hêza xwe hîs bike, rastiya xwe bibîne, karibe xwe bi pêş ve bibe, karibe di nav pergalê de li dijî qetlîamên li ser jinan helwesta xwe diyar bike, jinek karibe di nav malê de xwe bi sînor neke, ya rast bêdengnebûna li hemberî bûyeran bû ji bo min. Serhildana li hemberî tiştên pêk tê. Min hewl da di nav PKK’ê de xwe bi rêxistin bikim.”

Kobanê diyar kir dema ew tevlî nav PKK’ê bû wê vejîn hîs kiriye û got “Wekî ku berê qet ne jiyame, wekî ku mirov nû dest bi jiyanê dike, di nava mirov de hîsên nû û zanîn çêdibin. Rêhevaltiya di nav PKK’ê de wekî ku Kemal Pîr dibêje ‘avakirina yekîtiya ruh e’. Di her şertan de karibe her tiştî bi rêhevalên xwe re par ve bike, ji qetek nan bigire heta tiştên herî mezin. Di astengiyên herî mezin de dema ku em bi rêhevalên xwe re ne û piştgiriyê didin hev, hêza herî mezin e ku PKK’ê li ser pêyan dihêle. Piştî îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê çavkaniya me ya têkoşînê ya herî girîng, vê girêdana di navbera me de ye. Herî zêde vî tiştî bandor li min kir.”

RIZGARIYA GELÊ TIRK

Kobanê diyar kir ku tişta ku derbarê civaka Kurdan ji wê re hatiye gotin û tişta ku wê dîtiye gelekî ji hev cihê ne û got “Ji ber vê jî girêdayîna min a bi Kurd û axa Kurdistanê zêde bû. Wekî ku Rêbertî jî dibêje rizgariya gelê Tirk wê bi rizgariya gelê Kurd pêk were.”

MIN DIXWEST QALA RÊBERTÎ BIKIM

Kobanê diyar kir wê dixwest tişta ku ew li vir hîn bûye û paradîgmaya Ocalan ji malbata xwe re, ji hevalên xwe yên zaroktiyê re û ji gelê Tirk re qal bike û got “Li hemberî qirkirina li ser gelê Kurd divê kêmanî divê bihistyariyek çêbibe. Yên bi meseleyê dizanin jî ji ber tirsa pergalê bêdeng dimînin. Min tu carî  hîs nekir ku ez ji civak û çandeke cihê têm. Li vê derê ji hemû netewe û zimanan heval hene. Hevalên Erep, Ermen û hevalên ji Ewropayê hene. Hemû kes bi rêhevaltî bi hev re dijîn. Kesên ji nav civaka Kurdan tên û kesên ji civakên din di nav PKK’ê de wekî hev in. Di nav PKK’ê de cihêkariya ziman, ol û neteweyê tune. Herî zêde vî tiştî bandor li min kir.Di nav pergalê de nakokiyên min zêdetir bû. Em wisa mezin bûn. Di warê ol, netewe, ziman de di nav PKK’ê de mirov cewhera xwe dibîne, mirov mirovatiya xwe dibîne.”

DEWLETA TIRK TERORÎST E

Kobanê diyar kir dewleta Tirk ji PKK’ê re dibêje ‘terorîst’ û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibêje ‘kujerê pitikan’ û got “Min dît ku dewlet kujerê pitikan e. Îro pergala dewletê ne dibêje ev jin e, ne dibêje zarok e, ne dibêje kal ûı pîr e hemû kesan qir dike. Ji ber vê jî tu bingeha van gotinên dewletê yên li ser Rêbertî û kadroyên PKK’ê tune. Min baş dît ku ev hemû polîtîkayeke qirêj e.”