Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîla weşand ku 7'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk hatibû kirin û di encamê de leşkerek hatibû kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû.

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 7'ê Tîrmehê saet 09:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin."