Gerîla TV dîmenê çalakiya li Bazidê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 14'ê Nîsanê ya li Bazidê weşand, ku di encamê de 20 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî dabû:

"Artêşa Tirk a dagirker pêvajoya derbasbûyî li girekî nêzî qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazîdê ya Agirîyê bi cih bûbû û qereqolek nû ava kir. Hêzên me yên li qadê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de roja 14'ê Nîsanê saet 13'an li dijî leşkerên li ser gir çalakiyeke berfireh lidar xistin.

Hêzên me ji sê baskan ve ji cihekî nêz derbên giran li çeperên dijmin û kalekola li ser gir xistin.

Hêzên me bi awayekî fedayî bi ser çeperên dijmin de çûn û bi awayekî pir xurt li hemû çeperan dan. Hêzên me hemû çeperên li ser gir rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin fermandarê leşkeran jî di nav de 20 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Ji ber derbên xurt ên hêzên me gelek leşkerên li ser gir çekên xwe hiştine û reviyane. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Kobra û Skorsky hate qadê û kuştî û birîndarên xwe rakir."