Gerîla Tv, dîmenê çalakiya girê Kanîreş weşand

Gerîla Tv, dimenê çalakiya gerîla ya di 1’ê Sibatê de li dijî leşkerên Tirk yên li girê Kanîreş a Şemzînanê bi cih bûbûn, weşand.

Dîmenê çalakiya gerîla ya li girê Kanîreş a navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku 2 leşker hatibûn kuştin û 2 leşker jî birîndar bûbû, ji aliyê Gerîla Tv ve hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirîbû:

“Roja 1’ê Sibatê seat 14:00’an de hêzên me li dijî leşkerên TC a dagirker yên li girê Kanîreş a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xistin. Çeper û konteynirên dijmin bi awayekî serkeftî hatibû xistin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Bi qasî hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker herêm bi obus û hawanan topbaran kir. Artêşa TC a dagirker kuştî û birÎndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê rakirin.”