Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG û YJA-Star weşand ya ku 25’ê Hezîranê li girê Merganîş ya navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibû lidarxistin û 5 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî par ve kiribû;

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 25'ê Hezîranê saet 12:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Merganişê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên leşkerên Tirk hatine xistin û di encamê de çeperek hatiye rûxandin û 5 leşker hatine kuştin.