Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya 9'ê Cotmehê weşand.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê têkilî çalakiyê wiha gotibû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, di 5’ê Cotmehê de li ser rêya di navbera Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê û Qada Tepê Xwedê de li dijî wesayîya zirxî ya Kobra û leşkerên li dora wê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.''