Gerîla Nûda bang li malbata xwe kir: Nekeve xefika dewleta Tirk

Gerîlaya YJA Starê Nûda Tolhildan bang li malbata xwe kir a li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinê: "Nekeve xefika qirêj a dewleta Tirk."

Gerîlaya YJA Starê Nûda Tolhildan (Ceylan Tekîn) bang li malbata xwe kir, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xapandin û ji bo li ber Tevgera Azadiyê ya Kurd rabe li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê hatiye rûniştandin. Nûda Tolhildan diyar kir ku rûniştandina malbatên gerîla li ber avhaiya HDP'ê lîstikeke şerê taybet a dewleta Tirk e ku bi zanebûn û plankirî tê meşandin û got, "Bi xapandinê, komkirina malbatan li ber avahiya HDP'ê, rewşeke ku bi temamî di bin kontrola dijmin de ye. Dema ku min li radyoyê guhdarî dikir, min dengê dayika xwe di nava wan malbatan de bihîst. Û min lê guhdarî kir ku bi zimanê dijmin, bang li min kir.

Dixwazim beriya her tiştî vê bêjim; dema ku min dengê dayika xwe bi vî rengî bihîst ez gelekî bi hêrs bûm. Girî û axaftina wê ya bi zimanê dijmin ez aciz kir. Bi hêrs bûm, lê dema ku piştre li ser fikirîm; dema ku li ser rastiya dijmin fikirîm û asta welatparêziyê ya malbatê nirxand, hingî min fêhm kir ku malbata min hatiye xapandin. Lewma bi rêya vê mesajê dixwazim bang li dayika xwe û hemû dayikên hatine xapandin bikim. Zarokên we bi daxwaza xwe hatine vê derê. PKK bi temamî tevgereke azadiyê ye, têkoşîneke azadiyê ye, kes ne bi zorê tevlî PKK'ê dibe, ne jî bi zorê dikare li nava PKK'ê bimîne.

Yên ne hêjayî vê jiyanê ne nikarin li nava vê jiyanê bimîne. Ya ku divê malbat zanibin ev e: eger zarokên wan li nava PKK'ê ne û têdikoşin, hingî xwedî îradeyeke mezin in. Wê demê bi Rêbertî û şehîdan re dilsoz e, bi gelê xwe re dilsoz e, bi briyar e ku di oxira armanceke mezin de têdikoşe. Divê malbat bi vê rastiyê bihesin. Eger zarokên wan sekneke bi vî rengî ya bi rûmet nîşan didin, tevlî têkoşînê bûne, bi salan e hewl didin têbikoşin, hingî divê malbatên wan jî bi wan serbilind bin. Yanî xapandina ji aliyê dijmin ve qet li van malbatan nayê."

'JI BER KU JI DAYIKA XWE HEZ DIKIM EZ TÊDIKOŞIM'

Nûda Tolhildan diyar kir ku divê dayika wê bi vî rengî bifikire: "Keça min niha gerîla ye, ji bo gelê xwe, ji bo xwe, ji bo malbata xwe, ji bo zayenda xwe, ji bo jinan li çiyê têkoşîna azadiyê dimeşîne" û wiha dewam kir: "Li ser felsefeya Rêbertî û şehîdan dijî. Dema ku li vê bifikire divê pê serbilind be. Dema ku kete nava civatekê divê bêje keça min gerîla ye û bi vê serbilind be. Ev yek ji bo hemû malbatan derbas dibe. Ev nabe para her kesî, ne hesteke ku her kes bijî.

Hatina li van çiyayan, têkoşîna li vê derê, jiyana li nava civateke wiha, naskirina felsefeya Rêbertî, dilsoziya bi şehîdan re, qutbûna ji sîstemê, rabûna li ber qirêjî û paşverûtiya sîstemê, afirandina jiyaneke alternatîf û nû rastiya me ye. Divê ev malbat bi vê têgihiştinê nêzîk bibin."

'DEWLET PIŞTÎ KU BI SER NEKET, BERÊ XWE DA MALBATAN'

Gerîla Nûda destnîşan ki rku dewleta Tirk di şerê dijî gerîla de bi ser neket, lewma berê xwe da malbatan û wiha dewam kir: "Jinûve avabûna gerîla, nûbûna rêbazên çalakiyan di şerê me yê dijî dewleta Tirk de roleke mezin lîst. Dewlet her roj li dijî me şer dike. Ev yek di şexsê PKK'ê de şerekî 40 salan e tê kirin. Lê belê dema ku mirov ji aliyê temamiya Kurdistanê ve binirxînin, hingî pêvajoyeke qirkirinê ya zêdeyî 90 salî heye. Li dijî vê qirkirin, komkujî û polîtîkaya înkarê, tevgerek mîna PKK'ê derbê li dijmin dixe. Dike ku artêşa duyemîn a herî mezin a NATO'yê windahiyan bide. Li gel hemû operasyonan jî derbên giran lê dixe.

Ev jî dijmin bi hêrs û aciz dike. Ji ber vê têkçûnê berê xwe dide malbatan. Li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve, lewma malbatan ji bo tolhildanê bi kar tîne. Divê malbat jî vê rastiyê bibîne. Pêwîste ew malbat zanibin ku nêzîkatiya dewletê ya li wan ji bo tolhildana ji me ye. Girîng e bi vê têgihiştinê nêzîk bibin, vê rastiyê bibînin. Kurdên ku Rêbertî ji xwe re kirine rêber, di nava jiyanê de ti carî bêarmanca nabe, timî dide pey armancên mezin. Em jî milîtanên wî Rêbertî ne.

Careke din di şexsê dayika xwe de dixwazim bang li wan malbatan bikim. Bila bi vê rastiyê bihesin, rûyê rast ê dijmin bibînin. Nekevin xefika qirêj a dewletê. Dewlet bi rêya vê polîtîkayê hewl dide tolê ji me hilîne. Li dijî me, we, li dijî Kurdan çeka kuştina Kurdan bi destê Kurdan bi kar tîne. Bi vê polîtîkayê, bi vê lîstikê nexapin. Bi hişmendiya welatparêziyê, hêjayî rêxistinê, têkoşîna azadiyê û zarokên xwe yên gerîla bin."

'EZ BI ÎRADEYA XWE TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BÛM'

Nûda Tolhildan li ser pêvajoya tevlîbûna li nava refên PKK'ê got, "Dema ku ez tevlî rêxistinê bûm, bi îradeya xwe, bi têgihiştin û tercîha xwe tevlî bûm. Dayika min çi bikira jî ez ê li nava wê sîstemê nemabûya. Min qebûl nekira ku li nava wê sîstemê bimînim. Gelek ciwanên me yên xwende hene. Bûne parêzer, bûne xwedî pîşe, lê belê dema ku têkildarî Kurdîtiyê tiştekî dibêjin, daxwaza maf dikin, yekser ji aliyê dewletê ve tên girtin, mafên wan yekser ji wan tê standin. Bi vê rastiyê bihesin. Ji ber vê yekê divê bi çeka azadiyê mirov bi zimanê ku dijmin jê fêhm dike bersivê bidin. Ji bo vê ez tevlî nava refên gerîla bûm. Bi vî rengî beşdarî nava rêxistinê bûm.

Bang li hemû malbatan dikim: Ji şaşitiyê vegerin. Çiqasî dereng jî be ev yek wê bibe helwesteke bi rûmet. Divê vê rûmetê nîşan bidin. Carna dibe ku mirov şaşitiyan bikin. Dibe ku dewlet hin malbatan ji ber hin lawaziyan bi kar bîne. Lê belê ya girîng ew e ku piştî demekê helwesta pêwîst bê nîşandan, rastiya dijmin bê fêhmkirin û ev bersiv bê dayin; 'temam te em xapand, te em anî vê derê, lê belê em bi lîstika te hesiyan, rastiya te eşkere bû'. Divê karibin helwesteke wiha nîşan bidin. Ev yek wê hem weke sîleyekê li rûyê dijmin bikeve, hem jî dijmin têk bibe.

Hêvîdarim ku wê bi vî rengî tevbigerin. Eger ji zarokên xwe hez dikin, bi zarokên xwe re dilsoz in, divê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bila ji bîr nekin ku em çi dikin em ji ber hezkirina ji malbata xwe, ji ber hezkirina ji gelê xwe dikin. Ne ji wê hezkirin û dilsoziyê be mirov nikare bi çeka azadiyê têbikoşe. Divê bi vê zanibin. Herî dawî dixwazim bêjim; malbatên li wê derê hatibin xapandin jî malbatên me ne, ji bo me hêja ne, girîng in."