Gerîla Şaho: Serketin wê ya me be

Gerîlayê HRK’ê li dijî êrîşên qirker û talanker ên li Kurdistanê bang li hemû ciwanan kir ku tevlî gerîla bibin.

Gerîlayê Yekîneyên Rizgariya Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Kemal Şaho ku li hewraman ji dayik bûye li Hewraman beşdarî nava refên gerîlla bûye, li ser êrîş û dagirkeriya Kurdistan û gelê kurd axivî.

Gerîla Kemal Şaho êrîş û dagirkirinên ku îro li ser xaka Kurdistanê tê meşandin wek polîtîkayê tinekirina gelê Kurd pênase kir. Gerîla Şaho got: “Em di pêvajoyekê wisa de ne ku ji her aliyekî ve dijminê dagirker û qirker êrîş dikin ser axa me. Bi van êrîşan dixwazin vîna Kurdên azad bişkînin. Van êrîşan hêzên qirker û dagirker bi hevkariya hêzên nûker ên Kurd birêve dibin. Em dibînin ku li her çar perçeyên Kurdistanê de, êrîşên li ser gelê me û welatê me her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek jî pir eşkere nîşan dide ku çi li Rojava, çi li Başûr, çi li Rojhilat, çi jî li Bakurê Kurdistanê be. Ger tu Kurdekî nûker nebî, dibî hedefa hêzên dagirker û nûkeran. Hêzên dagirker ne tenê bi êrîşên leşkerî, êrîşan dikin. Di warê siyasî, civakî û herî zêde jî bi rêya çandî êrîş dikin li ser gelê me û erdnîgariya me. Li gelek deverên Kurdistanê me dît ku piştî têne dagirkirin demografiya wan tên guhertin.”

Şaho destnîşan kir ew weke gêrîlayên azadiyê, heta hêz dibedena wan de hebe, wê bi ruhekî fedayî û bi têgiştînek Apoyî tev bigerin û ji bo ku bikaribin gelê xwe, welatê xwe ji van hêzen dagirker rizgar bikin wê şer û cengê xwe berdewam bikin.

Gerîla Kemal Şaho di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku di vê pêvajoyê de mil bi milê gerîla de cih bigrin.

Gerîla Şaho wiha domand: “Gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê di bin êrîşên qirkirinê de ye, serî rakin û bibin bersiv. Ji ber ku gelekî xwedî îrade ye, xwedî fikir û felsefe ye. Ew jî saya Rêber Apo ye ku gelê Kurd bûye xwedî fikir û felsefe. Ji bo wê jî bang li ciwanan dikim ku xwedî li şeref û xaka xwe derkevîn û bibin xwediyê jiyaneke azad û bi rûmet. Ev yek jî divî demê de encax berê xwe dana çiyayên kurdistanê û bi beşdarbûna nava refên azadiyê dibe. Ji bo ku bi karibin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv û bi karibin dijminê xwe bi bin bixin û serkeftinê ji welatê xwe re misoger bikin ev yek pêwîste. Em gerîla ji xwe bawerin ku em ê teqez serbikevin. Serkeftin wê ya me be ne yê dijmin be.”

Gerîlla Kemal Şaho di dawiyê de sitranek bi zimanê xweyê dayîkê diyarî gelê kurd kir bi taybet jî gelê Hewraman kir.