Generalê Îranî: Me karê xwe yê çêkirina moşekan zêde kir

Generalekî Mûxafizên Şoreşê yê Îranê ragihand ku wan karê xwe yê hilberîna moşekan bi sê qatan zêde kirine.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê Amîr Alî Hacîzadeh got, "Ji ber karê xwe berê em neçar bûn ku hesab bidin hin organîzmayan. Lê niha neçariyeke wiha nîne."

Hacîzadeh got, "Li gorî dema bihurî, hilberîna me ya moşekan bi sê qatan zêde bû", lê eşkere nekir bê ev rêje kîjan wextê zêde bûye. Li gorî Hacîzadeh, hikumet, parlament û payebilindên Îranê biryar dane ku pêwîstî bi moşekên ji erdê diavêjin erdê heye.

Beriya vê daxuyaniyê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian roja Duşemê serdana Tehranê kiribû. Le Drian ji bo desteka Ewropayê ya ji peymana nukleerî ya bi Îranê re hatiye mohrkirin bide, serdana Tehranê kir. Le Drian fikarên DYA yên li ser bernameya moşekan a Îranê û karên cuda yên Îranê yên li Rojhilata Navîn jî ragihand. Rayedarên Îranî ji wezîrê Fransî re diyar kirin ku name li ser bernameya moşeka balîstîk danûstandin bê kirin.