Gelo PDK îstîxbaratê dide dewleta Tirk?

Di lêpirsîna li ser şehadeta endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî de agahiyên nû derketin holê. Tê gotin ku ev agahiyên nû eşkere dikin ku PDK di nava vê sûîqestê de heye.

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Xidir Alî Şengalî diyar kir ku PDK ji bo dewleta Tirk saloxan dide hev. Xidir Alî Şengalî di nivîsa xwe de ya li malpera Forûmê, li ser sûîqesta li endamê Koordînasyona Êzdiî Zekî Şengalî agahiyên balkêş da. Şengalî roja 15'ê Tebaxê dema li Şengalê di rê de bû, ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bûbû.

Xidir Alî Şengalî bal kişand ser pirsên ku PDK'ê ji kesên li Şengalê ya jî cihên din ji şer reviyane pirsiya. Tê gotin ku bersiva piraniya 100 pirsan, ew bersiv in ku dewleta Tirk lê digere.

PIRSÊN KU JI ALIYÊ PARASTINÊ VE HATIN PIRSÎN

Şengalî got, "Hinek ji pirsên ku PDK'ê li kesên ku li Şengalê ya jî deverên din ji şer reviyane dikir, gihîştin ber destê me. Pirsên ku beriya HPG ji Şengalê derkeve li yek du kesan hatin kirin, ketibûn destê hêzên xweparastinê yên li Şengalê. Dema ku mirov bala xwe didin ser van pirsan, dibînin ku ev pirs karê dewleta Tirk e û tenê ji dewleta Tirk tê."

Şengalî diyar kir, yên ku ew pirs pirsîne dibe ku endamên MÎT'ê yên bi PDK'iyan re ne û wiha dewam kir: "Ji ber ku dinya û alem tev zane ku MÎT û Parastin bi hev re dixebitin. Tê gotin ku berê bandora MOSSAD'ê li Parastinê hebû, lê niha MÎT li nava Parastinê bûye xwedî bandor."

Li gorî Şengalî, pirsên weke; têkiliya jin û mêr a li nava PKK'ê, şêweyê çêkirina şikeftan, rêbaza çêkirina tunelan, liv û tevgera fermandarên gerîla û rêveberiya PKK'ê, rêbazen ragihandinê, kombûna wan û 'qaçaxçitiya narkotîkê' bi kêrî PDK'ê nayên.

GELO PDK CIHÊ STARGEHAN DIDE DEWLETA TIRK?

Şengalî di nivîsa xwe de dibêje "Têkiliyên hevrêtiyê yên navbera gerîlayên jin û mêr, hevaltiya li çeperan li ser bingeha eşqa demokrasî û azadiyê ye" vê pirsê dike: "Gelo têkiliya navbera PDK û dewleta Tirk li ser bingeha kîjan eşqê ye?"

Şengalî her wiha dipirse, bê pirsên li ser stargehan wê bi çi rengî bi kêrî PDK'ê werin û dibêje, "Gelo îstîxbarata PDK'ê dike ku balafirên şer ên Tirk bombeyan li kampên gerîla bibarînin?"

Şengalî wiha pê daket: "Van pirsan dikin: gerîla stargeh û tunelan çawa çêdike, bi kîjan rêbazê şikeftan çêdike, fermandarên gerîla û rêveberiya PKK'ê çawa tevdigerin, çiqas endamên ewlekariyê bi wan re hene? Eşkere ye ku ev pirs bi kêrî PDK'ê nayên. Baş e çi bi bersiva van pirsan dikin? Nêzî sed pirsan dipirsin, bersiva piraniya van pirsan jî bi kêrî dewleta Tirk tên."

TÊKILIYA NAVBERA PARASTIN Û MÎT'Ê

Şengalî balê dikişîne ser têkiliya navbera îstîxbarata PDK'ê Parastin û MÎT'ê û işaretê bi wan îdîayan dike ku dibêjin, êrîşa li Zekî Şengalî encama têkiliya PDK-MÎT'ê ye.

"Rêveberiya wan çawa agahiyê digihînin ehv, çawa li hev dicivin, bi çi rengî tevdigerin, çawa û li ku dimînin, çend kes bi hev re dimînin? Ev pirs ew pirs in ku TC li bersiva wan digere. Ji ber ku karê dewleta Tirk ew e ku cihê rêveberiyê tespît bike û bombeyan lê bibarîne. Dewleta Tirk ji bo vî karî jî 'yekîneya lîdertiyê' ava kiriye. Agahî li nava vê yekîneyê tên komkirin. Tê gotin ku Parastin jî agahiyan dide vê yekîneya lîdertiyê. Kesê di nava PDK'ê de ji maseya PKK'ê berpirsyar e, yekser bi MÎT'ê re di nava têkiliyê de ye û her hefte bi wan re dicive. Tê gotin ku endamên MÎT'ê yên hatine girtin di vî warî de gelek agahî dane. Her wiha tê gotin, endamên MÎT'ê yên di destê HPG'ê de ne, herî zêde li ser têkiliya xwe ya bi PDK'ê re agahî dane. Ji ber vê yekê tê îdîakirin ku êrîşa li Zekî Şengalî pêwendiya xwe bi têkiliya PDK-MÎT'ê heye. Eger têkiliya PDK û MÎT'ê di vê astê de nebûya, wê kesên ji gerîla qut bûn û ketin destê PDK'ê, di lêpirsîna wan de pirsên bi kêrî dewleta Tirk tên ji wan nehatibûya pirsîn."

Şengalî pirsa "Di nava PKK'ê de kî trafîka narkotîkê bi rê ve dibe?" nirxand û wiha dewam kir: "Yek ji wan pirsên ku MÎT'ê tîne bîra mirovan ev e; Di nava PKK'ê de kî qaçaxçitiya narkotîkê dike; Gelo esrarê didin gerîla û bi vî rengî wan dişînin çalakiyê? Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk vê derewa li ser qaçaxçitiya narkotîkê ji bo PKK'ê reş bike, bi salane dike."

LI CIHÊN KU PKK LÊ PERWERDEYÊ DIKE DIPIRSIN

Şengalî destnîşan kir, cihên ku PKK lê perwerdeyê dike bi taybetî tê pirsîn û bi bîr xist ku dewleta Tirk herî zêde hewl dide van cihan tespît bike.

Şengalî got, "Dewleta Tirk jî van pirsan li kesên ku PDK wan radestî wan dike, dipirse. Bi qasî ku hate ber guhê me, piraniya pirsên ku PDK dipirse, ew pirs in ku dewleta Tirk di êşkenceyê de li mirovan dike. PDK bi pirsên dikin re ne tenê dijminatiya li PKK'ê radixe pêş çavan; di heman demê de nîşan dide bê bi dijminên Kurdan re di nava têkiliyeke çawa de ye."

YNK'Ê JÎ DIKIN HEDEFA DEWLETA TIRK

Li gorî agahiyên ji aliyê Şengalî ve hatin eşkerekirin, PDK'ê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) jî kiriye hedefa dewleta Tirk: "Li kurtasî, ev pirsên ku me ji hin çavkaniyan wergirtin, ji bo PDK'ê cihê şermê ye. Eger ev pirs bêyî agahiya PDK'ê tê pirsîn, hingî Parastin ketiye bin kontrola MÎT'ê û rêxistinên din ên îstîxbaratê. Ev yek jî ne tenê ji bo PKK'ê, ji bo tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî metirsîdar e. Ji ber ku di nava pirsan de hin pirsên li ser YNK'ê jî hene. YNK'ê jî bi vekirî dikin hedefa dewleta Tirk."

GUMAN ZÊDE BÛN KU PDK DI NAVA VÎ KARÎ DE HEYE

Şengalî di dawiya nivîsa xwe de got, "Di lêpirsîna derbarê qetilkirina Zekî Şengalî de tê dîtin ku guman ji kesên nêzî PDK'ê tê kirin. Li gorî lêkolîna hatiye kirin, kesên ku di nava Parastinê de têkiliya xwe bi MÎT'ê re heye, di vê êrîşê de derdikevin pêş. Ji ber ku Mam Zekî li cihekî sabît nebû. Dema ku di rê de bû, li wesayita ku tê de bû xistin. Lewma saloxa hatiye dayin, teze bû. Ne weke cihekî din bû, ku balafira keşfê tespît kir û balafiran lê da. Ji ber ku wesayitên PDK'iyan, yên Iraqiyan jî li wir derbas dibûn. Lewma eger ne agahiyeke nû bûya, ew êrîş nedibû. Lewma agahî dibe ku ji aliyê kesên ji bo salvegera komkujiya Koço li hev civiyan û yên li derdora Şengalê ne, hatibe dayin. Li wê herêmê jî gelek kesên têkiliya xwe bi PDK'ê re heye, hene. Pirsên ku ji gerîlayên li Şengal an jî deverên din qut bûn hatine pirsîn, gumanan zêde dike ku ev yek karê PDK'ê ye."