Gelo çekên SÎHA'yan çekên Elman in?

Piştî Partiya Çep vê carê Partiya Keskan mijara SÎHA'yên Tirk xiste rojeva meclîsê ku bi rêya van SÎHA'yan sivîl tên kuştin û sûcê şer tê kirin. Partiya Keskan xwest, teknolojiya Elman a ku di roketên SÎHA de tê bikaranîn, bê eşkerekirin.

Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bi rêya Balafirên Bêmirov ên bi Çek (SÎHA) sivîlan dikuje, komkujiyan dike. Herî dawî di 25'ê Hezîranê de li herêma Şarbajar a bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê id êrişa SÎHA'yên Tirk de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 8 kes jî birîndar bûbûn. 23'ê Hezîranê jî li gundê Helincê yê Kobanê 3 jinên Kurd bi heman rêbazê hatibûn kuştin.

Li pey van komkujiyên ku dewleta Tirk bi SÎHA'yan kir, mijar kete rojeva partiyên mûxalefetê yên li Elmanyayê. Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko hefteya derbasbûyî li ser SÎHA'yên Tirk pirsek kiribû û Wezîrê Dewletê Nîels Annen di bersiva xwe de ji dewleta Tirk xwestibû ku di bikaranîna SÎHA'yan de li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere.

Partiyeke din a mûxalefetê ya Elman Partiya Kesk jî çend roj berê bi pêşnûme pirsekê pirsî ku di roketên SÎHA'yan de teknolojiya Elman heye yan na. Pêşnûme pirsa ji çar rûpelan gihîşt ANF'ê û ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel fuzeyên bi navê "UMTAS" yan jî "Mizrak-U" û "MAM-L" hate pirsîn ku ji aliyê artêşa Tirk ve tên bikaranîn.

SIVÎL BI FUZEYÊN "MAM-L" ÊN SÎHA'YAN TÊN KUŞTIN

Tê payin ku rojên bê bersiv ji pêşnûme pirsê re bê dayin. Di pêşnûmepirsê de hate ragihandin ku artêşa Tirk dema dawî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, xaka Sûriyeyê dagir kiriye û ji aliyekî ve jî li Lîbyayê şer dike. Hate diyarkirin ku di van hemûyan de dibe ku para peymanên Elmanyayê yên li ser firotina fuzeyan a ji bo rejîma Enqereyê hebe û hate xwestin, ku detayên li ser van peymanan bên eşkerekirin.

Partiya Keskan bi taybetî li fuzeyên "UMTAS"ê pirsî ku ji sala 2010'an û pê ve Elmanya difiroşe artêşa Tirk û bi rêya van fuzeyan komkujiyên girseyî tên kirin.

Partiya Kesk her wiha pirsî ku fuzeyên "MAM-L" ên ji bo artêşa Tirk hatine firotin, li SÎHA ya bi navê "Bayraktar TB2" hatiye bicihkirin an na?

ÇÊKIRINA FUZEYÊN OMTAS KARÊ ELMANYAYÊ BÛ

Partiya Çep têkildarî peymanên li ser çekan di Îlona 2018'an de pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kiribû û hin ji detayên bersiva hikumeta Merkel balkêş bûn. Di bersiva Wezareta Aboriyê de hate ragihandin ku du peymanên çekan ên fîrmaya TDW'ê li ser "fuzeyên aqilane" yên bi dewleta Tirk re kiriye hatiye pejirandin. hatibû ragihandin ku lêçûnên giştî yên her du peymanan jî 290 hezar Euro bû.

TDW beşek ji şîrketa MBDA'yê ye ku hevkarên xwe yên Fransayî û Îtalyayî hene. Li gorî lêkolîna ANF'ê, TDW bi destûra hikumeta Elman fuzeyên OMTAS çêkiriye, ku desthilatdariya Erdogan îdîa dikir ku ew fuze ji aliyê wan ve hatiye çêkirin.