Gelên Îranî û Komployên Navnetewî

Bi peyama Qesrê Şirîna a sala 1639’an gava destpêkê ji bo parçekirina Kurdistanê ji Rojhilat hate desptê kirin û bi peymanê re Rojhilatê Kurdistanê ji Kurdistanê hate veqetandin.

Rojhilatê Kurdistanê bi peymana Qesrê Şirîn sala 1639 an yekem parçe, ji Kurdistanê hat veqetandin. Bi vê gava destpêkê ya ji bo parçekirina Kurdistanê ji Rojhilat hat destpêkirin. Helwesta li beramber Rojhilat, paşê di sedsalên 19 û 20'an de rê li ber parçekirkina Kurdistanê bi sê beşên din jî vekir. Em di sala 20'an a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ne. 20 sal beriya niha xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi helwesta xwe ya li beramber komployê careke din ji cihanê re nîşan da ku peymana Qesrê Şirîn bêwate ye û Kurdistan yek parçe ye. Her wiha roja 11'ê Sibatê 40 sal bi ser zilm û dîktatoriya rejîma Wilayetê Feqîh ve derbas bû. Ev rejîm berdewama komployên li beramber Kurdan e.

YEKEMÎN KOMPLOYA LI BERAMBERÎ KURDAN

Di vê nivîsê de em ê hewl bidin, rastiya komplogeriya li ser gelên Îranî û bi taybet Kurdan vebêjin. Ji bo hîn zêdetir sedema hêrs û kîna Kurdan li beramber komployê were famkirin. Her wiha li beramber rêjîma heyî ya 40 salê xwe tije kir, fikir û felsefeya Rêber Apo wê çawa civaka Îranê careke din zindî bike û rake ser piyan. Ji ber ku Rêber Ocalan gelek caran destnîşan kir ku civaka Îranê herî zêde ji pêşwazîkirina pergala Netewa Demokratîk re amade ye û zemînek wê ya guncav heye.

 Îro li Îranê wek di her netew dewletên li herêma Rojhilata Navîn de, derizîn çêbûye. Netew Dewleta Îranê li ber hilweşînê ye û di serdemek wiha de nikare ji vê zêdetir li ser piyan bimîne. Rejîma niha hatiye ser desthilatdariyê li ser kevneşopiya komploya pergala Xusrewanî hate ser hukum. Li ser navê Persan kesê bi navê Kîros bi xiyaneta Herpakûs a li beramberî Medan hat ser desthilatdariyê. Mirov dikare vê yekê wek gava yekê ya xiyanet û komploya li beramber Kurdan bi nav bike. Ev komplo di rastî de ne tenê li beramber Kurdan, hemû gelên Îranî pêk hatiye. Ji ber Konfedrasyona Medan di nava xwe de gelek pêkhateyên ji netewên cur be cur dihewand. Konfederasyona Mediyan ji xelkên qedîm ên Zagrosan pêk dihat. Têkoşîna wan a li beramber Împratoriya Aşûran û serkeftina wan ji ber vê yekîtiya di navbera gelan de bûye. Sedema herî esasî ya hilweşandin û binketina Aşûran li beramber Medan, ji şêwazê rêxistinkirina wan çavkaniya xwe digirt. Pêşengiya Kurdan di vê serkeftinê de mijarek girîng e ku îro jî rojaneyîbûna xwe didomîne.

Balkêşe herî zêde Kîros ji aliyê Yehûdiyan ve hatiye destekkirin. Hatina Kîros a li ser desthilatdariyê jî bi komplo û darbeyê pêk hatiye. Bêguman ev ne tenê destguhertinek siyasî, her wiha aliyê wê yê bîrdozî mijara herî girîng e. Têkoşîna Magan a li beramber bîrdoziya desthilatdariyê, di şexsê kesê bi navê Zerdeşt de şênber dibe. Di esas de Ji 7 Maganên (Mox-Mêjî) ku berpirsyatiya civaka wê demê ya Îranî rakiribûn ser milê xwe, Zerdeşt rola herî pêşeng û li pêş dilîze. Felsefeya Zerdeştî di esas de bingehê Konfedrasyona Medan bihêz kir. Gotina Rêber Ocalan a dibêje; Bîrdoziyek bi hêz dikare împratoriyên herî bi hêz jî hilweşîne! Îspata vê rastiyê ye. Şerê desthilatdariyê li beramber Kurdan û pêkhateyên din li ser xaka Îranê, di esasê xwe de şerê bîrdozî bûye.

Bi kuştina Maganan, ango kesên pêşeng û mêjiyê civakê ne, împratoriya Sasaniyan her ku çû berfireh bû. Sîstema Xusrewanî ya di pergala desthilatdariya Sasaniyan de, rê li fikir û felsefeya azadîxwaziyê heta radeyekî gir. Guhertina naveroka dînê Zerdeşt karê herî esasî yê sîstema Xusrewanî yan jî Şahenşahiyê bûye. Li Îranê, her tim hêzên serdest, bawerî, ol, mezheb û têgîna azadî û heqîqetê li gor berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê guhertiye û di kirasek din de pêşkêşî civakê kiriye. Di vê mijarê de jî mixabin heta astekî serkeftî bûne. Bi kuştina Magan ev hat hedefkirin ku cewherê Zerdeştî, Mîtrayîzmê vala derxin. Kuştina Manî bi destê sextekarên wek Mobedê Mobedan (Zerdeştiyên Sexte) ji bo pêşî li belavbûna hizr û felsefeya jiyana azad bigire, bû. Qetlikirina Manî û reşkirina wî (mînaka îro ya danîna navê terorê li ser tevgerên azadîxwaz) bû sedem ku felsefeya Manitiyê zêde belav nebe. Ger di şert û mercên wê demê yên împratoriya jihevketî ya Sasaniyan de Manî serkeftî bûya, dibe ku çarenûsa gelên Îranî wek îro nebû. Lê belê lêgera ji bo azadî û heqîqetê di nava koşk û serayên Xusrewanî de, şêwazek rast a têkoşînê nîne û encam nagire. Mixabin ev şêwazê têkoşîna li beramber desthilatan heta îro jî li Îranê heye ku em ê behsa wan jî bikin. Mirov dikare kuştina Manî wek komployek din a di dîroka xelkên Îranî de jî bibîne.

Di dema Sasaniyan de fermandarek Kurd ê bi navê Behram Çûbîn hebû. Behram Çûbîn di gelek şeran de serkeftinên mezin bi dest xistibû û yek ji wan kesan bû ku şahê Sasaniyan, Xusro Perwîz pê bawer bû. Lê balkêş e ku Behram Çûbîn ji ber gelekî jîr bû, hinek kesên çavnebar dîsa bi komployê ew qetilkirin. Balkêş e wezîrên di seraya Sasaniyan de, bi Romî û Tirkan re lihev dikin, komployekî li dijî Behram Çûbîn lidar dixin, bi Şah didin bawerkirin ku Behram xirabiyê dike û wî gazî dikin û bi hovane wî qetil dikin. Em li vir naxwazin hemû bûyerên dîrokî yek bi yek rêz bikin, lê çend mijarên balkêş û esasî hene ji bo mirov rastiya komploya li dijî gelê Kurd baş fam bike.

GOTINA SEFEWIYAN JI KURDAN RE; SERHILDANÊ BIKE LÊ BERXWEDANÊ NEKE!

Ger em werin dema Sefewiyan hemwext bi dema Osmaniyan re, bêguman şêwazên komployên li dijî Kurdan hîn berfirehtir dibe. Şahê Sefewiyan, Şah Ebbas yek ji wan kesan bûye ku herî zêde demografya Îranê guhertiye. Şekilgirtina îro ya erdnîgariya Îranê li ser esasê hişmendiya Şah Ebbas e. Ger em li nexşeya Îrane jî temaşe bikin em ê bibînin ku netewên li ber xwe dane, têkoşiyane her tim li ser sînoran hatine bicihkirin. Şandina Kurdan ta sînorê Afganîstanê, Xurasanê ji ber vê siyaseta Şah Ebbas e. Em dizanin, Elewîtiya li beramber Îslamê li ber xwe da û cewherê xwe parast, bi guhertina naveroka wê bû dînê Şia, ango dînê dewletê. Jixwe gelek têkoşîn li dijî vê yekê çêbûn û ji bo serê vê rastiyê bigire, Şah Ebbas qetliam û guhertina demografyayê xiste rojeva xwe û bi salan da meşandin. Ger em li siyaseta Sefewiyan jî temaşe bikin, gelekî dişibe kiryarên ku Sasaniyan û pergala Pehlewiyan kirine. Wek çawa naveroka ola Zerdetşî bi destê Mobedan hate guhertin, Sefewiyan jî naveroka Elewîtiyê guhertin û kirin Şîetî. Her çend gelek rewşenbîrên Îranî niha jî di wê baweriyê de ne ku Şîetiya Elewî li gel Şîetiya Sefewî cuda ye û ola bûye desthilatdar û ximeta dewletê dike, ne ola civakê ye. Gotinek şahên Sefewiyan heye ku ji Kurdan re dibêje; Serhildanê bike lê Berxwedanê neke! Ya ji Kurdan re hatiye rewakirkin, mirine, beza li pey jiyanek azad, têkoşîna ji bo guhertina cihanek din û lêgerîna ji bo heqîqetê, wek sûc hatiye dîtin. Ne berxwedan her tim serîtewandin hêjayî Kurdan dîtine.

SERDEMA TARÎ YA QACARAN Û TÊKOŞÎNA KURDAN

Di dîroka Îranê de Serdema şahên Qacaran serdema herî tarî ye. Di ti serdemekê de gelên Îranî nehatin biçûkxistin. Ji komkujiyan bigire heta bêrûmetkirina gelan di dema şahên Qacar de gihişte lûtkeyê. Ya rast mirov pir zêde nikare siyaseta şahenşahî ji hev cuda dest bigire. Ji ber li Îranê Sîstema Xusrewanî, bi hatina ser desthilatdariya Persan destpêkiriye û heta roja îro jî didome. Di serdemên cuda de dibe ku navê cur be cur li xwe kiribin lê naveroka wan heman tiştê îfade dike. Kerîm Xanê Zend kurdeke bi eslê xwe Lekî ye. Balkêşe Qacar bi xiyaneta kesek bi navê Îbrahîm Xanê Kelanter li dijî Kerîm Xan, hatin ser desthilatdariyê. Mihemed Xanê Qacar nexweşê desthilatdariyê bû û îqtidarê çavê wî kor kiribû. Bi hezaran Kurd bi taybet Elewî bi destê Mihemed Xan hatine qetilkirin. Rêbazê Mihemed Xan ê li dijî kesên serî radikirin, ew bû ku çavê mirovan derdixist û davêt bîran. Dema kurt a desthilatdariya Zendiyan li Îranê, sedsala 18'an, 1750'an, dema herî zêrîn bû. Kerîm Xan xwe wek Wekîlo Ruaya, ango nûnerê gel binav kir. Di warê çand, huner û aboriyê de li Îranê pêşketinên mezin çêbûn. Piştî Kerîm Xan, neviyê wî Lutfelî Xan hat ser desthilatdariyê. Lê ji ber xiyanet û komploya Îbrahîm Xanê Kelanter, Fetelî hat qetilkirin û Mihemed Xanê Qacar hat ser desthilatdariyê. Tê gotin Mihemed Xan, hestiyên Kerîm Xan, ji gora wî derxistiye û bi wan pêlekanên saraya xwe çêkiriye. Em behsa Kurdan li vir dikin, lê di rastî de li beramber tevahiya gelên Îranê ku dixwestin li derveyî jiyana li seray û sulteya pergala Xusrewî bijîn, komkujî û komployên mezin pêk hatine. Gelek mînak hene ku em dikarin behsa Emîr Kebîr bikin ku wezîrê Nasiredîn Şahê Qacar bû ku bi komplo hat kuştin. Ya Emîr Kebîr dixwest ew bû ku Îran divê li ser piyê xwe bisekine û bi hêzên derve ve neyê girêdan. Dr. Mihemed Musediq jî di dema Rizaşah de herî zêde li dijî mudaxeleya hêzên derve bi taybet Îngîltere û Rûsan sekinî.

Piştî şoreşa 1917'an li Sowyetan, çawa li gelek deverên cîhanê çêbû li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bayê şoreşê belavî seranserî welat bû. Di sala 1937 an fikra Komunist-Lenînîst ji bo cara yekê ji aliyê Teqî Eranî yê bi eslê xwe Azerî li Îranê pêş ket. Peyê re bi taybet li Azerbaycan û Kurdistanê tevgerên bi pêşengiya Komara Azerbaycan a li Tebrîzê û Komara Kurdistan a li Mihabadê di salên 1945- 46'an de hatin avakirin ku temenê wan zêde nebû. Du gelên ku herî zêde hatine pelçiqandin û di nava wan de jî meylên ji bo serxwebûn û azadiyê li pêş e. Mirov têkoşîna ji bo azadiyê tenê nikare bi 1917, şoreşa Cotmehê ve bi sînor bihêle. Çawa li jor jî me behs kir, têkoşîna ji bo azadiyê ji çanda Mîtrayî bigire heta Manî, Babek, Xurem û heta îro hatiye.

Sibê beşda duyemîn; Şaştiyên Tevgerên Çep-Sosyalîst li Rojhilat û Îranê