Gelê Kaledonyaya Nû ji serxwebûnê re got ‘Na’

Li Kaledonya Nû ku giraveke li Pasîfîkê ye û di bin desthilatdariya Fransayê de ye, ji bo serxwebûnê îro referandûm hate kirin. Di referandûmê de dengê ‘Na’ derket.

Gelê Kaledonya Nû, ji bo çarenûsa xwe îro dengê xwe da. Di referandûmê de 56.4 ji sedê dengê 'Na' derket û 43.5 ji sedî yê hilbijêran jî dengê 'Erê' da.

Li gorî texmînên anketan rêjeya dengê ‘Na’ zêdetir hatibû diyarkirin. Rêjeya tevlîbûna ji bo referandûmê jî 80.63 ji sedî bû.

Rêjeya tevlîbûnê li gorî hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an gelekî zêde ye. Sala 2014'an ji bo hilbijartinên xwecihî 58.19 ji sedî yê dengdêran çûbûn ser sindoqan.

Li Kaledonya Nû ku ji sala 1853'an ve di bin serweriya Fransayê de ye, nêzî 30 sal in karê dekolonîzasyonê tê kirin.