Gelê Elman dixwaze pêkanînên li ser rejîma Erdogan bên girankirin

Derket holê ku gelê Elman heta dawiyê piştgiriyê dide pêkanînên ku hikumeta Merkel hefteya derbasbûyî li ser rejîma Erdogan ferz kir.

Lê gorî anketeke ku di vê dema dawî de hate kirin, 76 ji sedî yê Elmanan dibêjin, pêkanînên li ser rejîma Erdogan hatine ferzkirin, divê hê bêhtir giran bin.

Rojnameya "Bîld am Sonntag" ku roja Yekşemê tê weşandin, ji şîrketa lêkolîna li nava raya giştî Eîne Emnîd xwest, ku li ser mijara pêkanînên hikumeta Merkel a li ser rejîma Erdogan anketekê bike. Encamên vê anketê, di hejmara îro ya rojnameyê de hate weşandin. Li gorî vê yekê, Elman ji pêkanînên hatine eşkerekirin gelekî kêfxweş in.

76 ji sedî yê beşdarên anketê dixwazin, pêkanînên li dijî Erdogan bê bêhtir werin girankirin. Tenê 12 ji sedî yê beşdaran li ber vê daxwazê rabûn. Pirsa "Ji bo betlane û bêhnvedanê hûn dixwazin biçin Tirkiyeyê" li beşdarên anketê hate kirin. 49 ji sedî yê Elmanan gotin, "Ez êdî naçim Tirkiyeyê."

ROJA PÊNCŞEMÊ BI SEDAN KES LI TÛÎ GERIYAN

Li gorî agahiyeke din ku li rojnameya "Bîld am Sonntag"ê hate weşandin, roja Pêncşemê dema ku Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Gabrîel pêkanînên li dijî rejîma Erdogan eşkere kir, bi sedan Elan li şîrketa mezin a ger û geştê TÛÎ geriya û xwestin, rezervasyona xwe ya betlaneyê ya li Tirkiyeyê betal bikin.

Her wiha bi dehan kes li şîrketeke din a ger û geştê FTÎ geriyan û xwestin rezervasyona xwe ya li Tirkiyeyê betal bikin. Piştî hişyariya Elmanyayê ya li ser ger û geşta li Tirkiyeyê, saziyên ku mafê mirovan diparêzin ji hikumetê xwestin, daxuyaniyeke zelal bide û daxwaza mafê betalkirinê yê taybet kirin.