Gelê Arjantînê silav da gelê Kurd

Li Arjantînê di meşa Roja dijî Dîktatoriyê de piştgirî ji gelê Kurd re hate dayin û hate xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.

Li Arjantînê mîna her sal 24'ê Adarê gel di 'Roja Têkoşîna dijî Dîktatoriyê' de daket kolanan.

Meş ji aliyê EMVyJ (Platforma Bîr, Heqîqet û Edaletê) ve hate lidarxistin û bi sed hezaran kes tevlî bûn.

Meşê heta Meydana Plaza Mayo dewam kir û Dayikên Plaza Mayo yên ji dema dîktatoriyê heta niha ji bo zarokên xwe yên winda daxwaza edaletê dikin, nûnerên saziyên mafên mirovan, malbatên girtiyan, malbatên ciwanên di dema dawî de ji aliyê dewletê ve hatin kuştin û nûnerên Kurdan tevlî bûn.

'EM BERXWEDANA KURDAN A LI DIJÎ ERDOGAN SILAV DIKIN'

Di çalakiyê de peyama EMVyJ'ê hate xwendin ku ji bo piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd hate amadekirin. Di peyamê de hate gotin, "Em berxwedana gelê Kurd ê leheng silav dikin ku li dijî rejîma Erdogan a faşîst dikin. Em piştgiriyê didin Tevgera Jinên Kurdistanê ku ji jinên dinyayê re bûye mînak."

'BILA DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ ANÎN'

Di peyamê de berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate silavkirin û hate gotin, "Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi hezaran Kurd niha li girtîgehê û çar aliyên dinyayê di greva birçîbûnê de ne. Em piştgiriyê didin xwişk û birayên xwe yên Kurd, divê dewleta Tirk a faşîst û Erdogan ê dîktator dawî li tecrîdê bîne; divê girtiyên siyasî azad bibin."

Di gelek kortejên meşê de wêneyên Leyla Guven û pankartên bi piştgiriya Tevgera Azadiyê ya Kurd hatin hildan.